FERHENGA ZANISTÊN CIVAKÎ - ABDULLAH KIRAN

FERHENGA ZANISTÊN CIVAKÎ - ABDULLAH KIRAN
€7.50 *

Prices incl. VAT plus shipping costs

Ready to ship today,
Delivery time appr. 1-3 workdays

  • ZZN10939
Frequently Bought Together

Total price: €24.90 *

       FERHENGA ZANISTÊN CIVAKÎ/ Sosyal Bilimler Sözlüğü/ Dictionary Of... more
Product information "FERHENGA ZANISTÊN CIVAKÎ - ABDULLAH KIRAN"

 

     FERHENGA ZANISTÊN CIVAKÎ/ Sosyal Bilimler Sözlüğü/ Dictionary Of Social Science Ez dizanim, me karek gelekî zor, zehmet û tevlihev da ber xwe. Vî karê ku me xwe lê rakêşa, ne karek e ku ji alî kesekî yan çend kesan ve bê kirin. Karekî wisa ye ku diviya ji alî dezgeh û avahiyên ziman ve bihata kirin. Dezgeh û avahiyên ku hêza dewletî li pişt wan e û xwedandestek û piştgiriya gel in. Mixabin ku hîn dezgehên me yên bi vî cûreyî tunin, yên heyî jî gelekî qels in û bi derdestiyên kêm fedekariyên mezin dikin. Eger em li benda wan û xebateke weha bûna, dibû ku em pir bi derengî biketana. Loma diviya hinekan ji me dest bavêta vî karî. Bi taybetî piştî li hin unîversîteyan, di warê lîsansê û lîsansa bilind de beşên Kurdî vebûn, pêdiviya hewcedariya termînolojiya Kurdî hîn bêtir xwe nîşan da. Bi zimanê me yê ku heta duh qedexe bû, diviya êdî tezên lîsansa bilind û doktorayê bihatana nivîsandin; xebat û lêkolînên akademîk pê bihatana kirin. Rast e, zimanê me gelekî dewlemend e û heta dema Şoreşa Hunerweriyê (endustrî), belbî heta destpêka sedsala bîstan jî, têra xwe xurt bû û ji gelek zimanan pêşvetir bû. Têgehnasiya (termînolojiya) me ya edebî, cotkarî û heywankariyê ji zimanên cîran û zimanên dinyayê ne kêmtir bû, belê têgehnasiyeke me ya zanistî û akedemîk hema bêje tunebû yan jî gelekî li paş mabû. Eger bi zimanê Kurdî hînkarî û perwerdehî hebûya, bêguman wê ev valahî heta îro zû hatiba dagirtin û karekî weha zehmet li ser pişta kesên wekî min nema. Lê ji ber nebûna vê yekê, ev valahî û kêmahî nehat dagirtin. Ez bi xwe gelek caran li ser pirsa dagirtina vê valahiyê bi kesên ku li ser vî zimanî xebitîne re şêwirî me û peyivî me, bê ka gelo wê ev kar çawa were kirin. Me hemûyan jî dezgehên me yên heyî destnîşan kiriye. Belê rastiya dezgeh û avahiyên me li ber çavan e. Di rewşa ku ew nikaribin vî karî bikin de, bibê nebê kar li ser pişta kesan dimîne. Pirsa, ma ewê kî vî karê ha bike, serê min gelekî êşand. Di dema ku ez li pey peydakirina camêrekî ku ewê vî karî bike digeriyam û ji bo vê yekê dişêwirîm, gelek nas û xasan, bi taybetî ji bo ku ez vî karî bikim han dan min. Bi ser de, carinan hin dostên ji TRT6ê, ji Ajansa Anadoluyê, ji kovar û rojnameyên cihê li min digeriyan û ji bo bikaranîna hin têgehan bîr û raya min dipirsîn. Hingê min jî fikrên xwe ji wan re digot. Wir wê ve, ha ku min dît ev kar li ser milê min ma. Ez fikirîm, bê ka gelo ez nikarim vê xebatê bi çend heval û dostên ku di unîversîteyên cihê de dixebitin, bi wan re û bi alîkariya wan bikim. Belê ev jî nedibû. Ji bo kirina vî karî, diviya bi kêmanî em heftê du-sê rojan bi hev re bixebitiyana, da ku em karibin di nav çend salan de temam bikin. Ka emê çawa heftê du-sê rojan bi hev re bixebitiyana? Mixabin rastiya karê me ev yek derdest nedikir. Gelo ez kî me û min ev wêrekî çawa bi xwe re dît? Celadet Alî Bedirxan di hejmara pêşî ya Hawarê de weha dibêje: “Ez ko Kurd û Kurdmancziman im, bi zimanê xwe rind dizanim û min ew bi heft-heşt zimanên din daniye ber hev, kitkitên wî hûrhinandine; qeydeyên wî ji hev derêxistine, dikarim ji biyaniyan bêtir û qenctir dehkera wî bidim xuyakirin û zanîn.” (Armanc, Awayê Xebatê û Nivîsandina Hawarê, Hawar, Hej: 1, 15 Gulan 1932). Van gotinên Celadet Bedirxan han dan min, riya min ronî kirin, tirs û bêziraviya min ji navê hilanîn. Hingê min jî got, “Ez ku Kurd im, baş bi zimanê xwe dizanim û dikarim wî bi pênc-şeş zimanên din re rûbirû bikim, ji bîst salan zêdetir e ku bi Kurdî dinivîsim û min di warên fefsefe, dîrok, siyasetzanî, zimannasiyê de hînkarî û perwerdehî dîtiye û ders dane, ez dikarim di warê zanyariyên civakî de ferhengeke têgehnasiyê amade bikim.” Bi vî awayî min tirsa xwe şikand û dest bi xebatê kir. RÊ Û RÊGEHA ME Her ziman xwe nû dike; belê ji ber ku zimanê me di qada dewlet û desthilatiyê de ji zû ve ye fersenda bikaranînê bi dest nexistibû, di warê têgehnasiya hemdem de pir li paş ma. Divê ku em vê valahiyê dagirin. Ji bo dagirtina vê valahiyê du rê li pêş me hene: 1) Peyv û têgehên nû, bi awayê ku di zimanê orijînal de hatine afirandin yan ji zimanê cîran hatine girtin. 2) Peyv û têgehên nû ji nû ve afirandin. Gelo divê em li ser kîjan riyê herin? Hin peyv û têgeh hene ku teşeyekî gerdûnî standine û ne pêwîst e ku di şûna wan de gotinên nû bên çêkirin. Çêtir e ku em peyv û têgehên weha di zimanê xwe de jî biparêzin. Çunkî di gelek zimanên dunyayê de jî yek in. Belê hin peyv û têgeh hene ku li bejn û bala Zimanê Kurdî nayên. Zirr û bêpîr in, wek şûjin yan dirriyê ku çewal çirandine û derketine der xuya dikin. Bi kirasê Kurdî re naçin ser hev, bi sewt, awaz û ahenga Kurdî re li hev nakin, li bejn û bala Kurdiya şêrîn û narîn nayên. Hîn ji dûrî ve xwe kifş dikin. Loma divê ji bo peyv û gotinên weha, ji axa Kurdî, ji baxçê gulistana Kurdî, bi gotineke din ji qumaşê Kurdî peyv û têgehên nû werin birrîn. Peyv û têgehên ku xweş li bedena Kurdî rûdinên û pê dikevin. Peyv û têgehên ku Kurd xerîbiya wan nakişînin; dizanin ku ji axa Kurdî, ji milkê Kurdî fûriyane. Hilm, bîn û tîna Kurdî ji wan tê. Di vê xebatê de me du tişt kirine. Me hem peyv û têgehên ji zimanên din xebitandine û hem jî peyv û têgehên nû çêkirine. Rast e, bar û berpirsiyariya jinûveçêkirina peyv û têgehan gelekî giran e. Di çêkirina her gotinê de em bi vê hest û bîreweriyê tev geriyan. Hema bêje her gotin û têgeha nû ya ku me danî, bi rojan li ser hat peyivîn û li unîversîta me, li dersgehên Serlîsansî, carinan bi beşdariya 60-70 xwendekaran hatin devjenîkirin. Bêguman, berî her kesî, xêr û gunehê her peyva çêkirî ya nû ya min e û di stûyê min de ye; çunkî %99ê wan min danîne. Bêguman tu karekî tekûz tuneye û helbet ewê şaşî û kêmahiyên me jî hebin. De îcar eyb, şaşî, qusûr, nezanî, nedînî û kêmahî ya me... Spas, pesin, şanazî, serketin, serfirazî û serbilindî para gelê Kurd e. 

Author: Abdullah Kıran
Release Date: 2014
Pages: 396
Language: Kurdî (Kurmancî)
Related links to "FERHENGA ZANISTÊN CIVAKÎ - ABDULLAH KIRAN"
Read, write and discuss reviews... more
Customer evaluation for "FERHENGA ZANISTÊN CIVAKÎ - ABDULLAH KIRAN"
Write an evaluation
Evaluations will be activated after verification.
Please enter these characters in the following text field.

The fields marked with * are required.

Verfügbar
Wenig auf Lager
Kurdistan Amed
Kurdistan T-Shirt - Amed
€9.90 * €19.90 *
Ausverkauft
Wenig auf Lager
Wenig auf Lager
Verfügbar
Mekap Shoes
Mekap Shoes
€34.99 * €39.99 *
Wenig auf Lager
Wenig auf Lager
Destpêk
Destpêk
€4.90 *
Wenig auf Lager
Wenig auf Lager
Verfügbar
Wenig auf Lager
Ausverkauft
Ausverkauft
Ausverkauft
Wenig auf Lager
Wenig auf Lager
Şahmaran
Şahmaran
€3.20 *
Wenig auf Lager
Wenig auf Lager
Verfügbar
Ausverkauft
Viewed