Rêbera Axaftinê (Fransî - Kurdî) - Guide de Conversation (Français - Kurde)

Rêbera Axaftinê (Fransî - Kurdî) - Guide de Conversation (Français - Kurde)
€4.95 *

Prices incl. VAT plus shipping costs

Ready to ship today,
Delivery time appr. 1-3 workdays

  • ZZN10792
Rêbera Axaftinê (Fransî - Kurdî) Guide de Conversation (Français - Kurde) Amadekar /... more
Product information "Rêbera Axaftinê (Fransî - Kurdî) - Guide de Conversation (Français - Kurde)"

Rêbera Axaftinê (Fransî - Kurdî)

Guide de Conversation (Français - Kurde)

Amadekar / Auteurs: Cenap Karaduman

Bawer Okutmustur

10.5x18, 88 rûpel

ISBN: 978-605-5585-93-8

Îro êdî zimanê kurdî di gelek enstîtu û zanîngehan de bala gelek lêkolînvan û zimanzanan diksîne û ji ber vê yekê jî xebat û lêkolînên li ser wî her ku diçe berfireh û zêdetir dibin. Ev yek jî, her çend qadeke mezin ji bo lêkolînan veke jî, ew çend bi tevî xwe pêdiviyên cihê jî derdixe holê. Biryara me ya amadekirina rêbera Fransî-Kurdî jî, ji ber sedemên yek ji van pêdiviyan pêk hat.  Ji bo mînak, li paytexta herî rengîn a cîhanê, li Parîsê, di gel ku di warê lêkolînên kurdewarî de gelek pêsveçûn pêk hatibin jî, li tu pirtûkfiros an jî li pirtûkxaneyan me rêberek axaftina Fransî-Kurdî bi dest nexist. Ji bilî vê yekê, çavderiyên me jî nisan dan ku ji mêj ve daxwazek bi vî rengî jî heye.

Beriya ku em rêbera axaftinê amade bikin, me çav li gelek nimûneyên cihêreng ên zimanên din gerandin. Pistî berhevkirina van nimûneyan, me xwest pirtûkeke hêsan û rengîn pêk bînin. Ji bo vê yekê, geh bi bêjandina peyvan, geh jî bi tevlêkirina gotinên pêsiyan û biwêjên kurdî,  me formateke dawî bi dest xist. Hêjayî gotinê ye ku gotûbêjên vê pirtûkê bi tenê li gorî çand û jiyana rojane ya kurdî nehatine çêkirin. Ev yek bi baweriya me têgihîstina xwendevanên biyanî dê hêsantir bike û bi kêrî kurdên dîasporayê jî bê.  

Armanca vê pirtûkê, ji xwendevanan re pêskêskirina axaftineke rojane ye. Ev xebat ji bo fransîaxêvên ku bixwazin axaftina rojane ya kurdî fêr bibin û ji bo kurdîaxêvên ku bixwazin axaftina rojane ya bi zimanê fransî hîn bibin, dê bibe rêberek.

Author: Bawer Okutmuştur, Cenap Karaduman
Language: French, Kurdî (Kurmancî)
Related links to "Rêbera Axaftinê (Fransî - Kurdî) - Guide de Conversation (Français - Kurde)"
Read, write and discuss reviews... more
Customer evaluation for "Rêbera Axaftinê (Fransî - Kurdî) - Guide de Conversation (Français - Kurde)"
Write an evaluation
Evaluations will be activated after verification.
Please enter these characters in the following text field.

The fields marked with * are required.

Viewed