
Kela Dimdimê
Jan Dost
Destan
ISBN: 978-605-5585-70-9
Çapa 5an: 2015
Destana Kela Dimdimê, pelek ronî ye di nav pelên dîroka gelê Kurdistanê de ye, destana mêrxasiyê ye, destana berxwedan û serbilindiyê ye, destana kesên serê xwe ji dijmin re danaxin, destana kesên eniya wan li eniya rojê ye. Ev destan didexuyanê ku Kela Dimdimê ne bes kelehek e ku şer kir û çû. Ne bes serkêşiya mîrekî bû û çû. Ne bes mêrxasiya çend sed siwarî bû û çû.
Kela Dimdimê serbilindiya kurdan berçav dike, fedekariya millet berçav dike. Kela Dimdimê şanî me dide, riya ku divê milletê kurd seraser bidê ser. Riya berxwedanê, serfiraziyê, ne riya bindestî û koletiya dijmin.
Çerxa dîroka Kurdistanê va ye, dîsa ketiye berxwedanê. Zaroyên Kawa, qehreman ûegîdên Kurdistanê dîsa dîroka serfîraziyê dinivîsin, ala berxwedanê bilind û bilind dikin.
Author: | Jan Dost |
Language: | Kurdî (Kurmancî) |
Author: | Jan Dost |
Language: | Kurdî (Kurmancî) |
I am really glad to have ordered from this bookstore. A good edition and good service by Zozan store. I am quite happy with this product.Thanks a lot