Êvara Perwaneyê - Bextiyar Elî

Êvara Perwaneyê - Bextiyar Elî
€8.50 *

Prices incl. VAT plus shipping costs

Ready to ship today,
Delivery time appr. 1-3 workdays

  • SW10264
Frequently Bought Together

Total price: €18.20 *

Êvara Perwaneyê Bextiyar Elî Ji soranî bo kurmancî: Besam Mistefa Roman ISBN:... more
Product information "Êvara Perwaneyê - Bextiyar Elî"

Êvara Perwaneyê

Bextiyar Elî

Ji soranî bo kurmancî: Besam Mistefa

Roman

ISBN: 978,605-5585-92-1

13x19.5, 328 rûpel

Çapa Yekem: 2012

Çapa Duyem: 2015

 

Êwarey Perwane, êvarekê nîşan dike kuPerwane û hevala wê Medya, du serlehengên çîrokê, di kombûneke mezin a mirovênoldar ên ku bawer dikin li dijî gunehkaran şer dikin de ji aliyê birayên xwe vetên kuştin. Pişt re, ev êvar dibe semboleke ku zivistan, mirin, têkçûn ûdinyayek girtî û dorpêçkirî nîşan dide. Taybetmendiya efsûniya realîst a romanêji destpêka çîrokê ku xwendevan bi bajarekî ku kuçe û kolanên wî bi xwînê tijîne, rû bi rû dimîne. Çend rojan li bajêr xwîn diherikî. ... Yek ji wechênromanê ya herî efsûnî pinpinîkên ku gelek caran xuya dikin. Navê serlehengaromanê Perwane ye ku di soranî de tê wateya pinpinîkê. Dema xweha Perwaneyê,Xendan, alîkarî jê dixwaze, di şeklê pinpinîkê de tê. Xendan pinpinîkan dixenav kitêbên li kitêbxanê. Dema fundemantalîst li bajêr kitêbfiroşxaneyekêdişewitînin bi hezaran pinpinîk dişewitin. Êvara ku Perwane û Medya tên kuştinli hewayê pinpinîk difirin.

Komek keç û kur di jiyana xwe ya rojane de rastîgelek zehmetiyan tên ku wan ji jihevdûhezkirinê mehrûm dike. Her ku diçepirsgirêk mezin dibe û li bajar kuştina hin evîndaran, wan ji bo jiyanekhêjatir sewqî lêgerîna stargehek ewle, cihekî utopîk, cihekî ku tu tiştek û tukes nikaribe wan aciz bike. Lêgera wan a bi zor û zehmet wan di herêmek dûr ûçiyayî re derdixe ku pişt re ji aliyê rûniştvanên wê wek Aşiqistan û ji aliyêyên dijî wan wek ‘dehla tolazan’ tê qalkirin.

...Perwane û Medya li gundekî cihekî ewle peydadikin, lê pişt re ji aliyê sîxurên Mela Kewser tên dîtin ku ew di êvareke biberf de kuştina wan a li ber çavê gel pêk tîne.

Romanên Bextiyar Elî, tevî berhemên wêjeyî ku jialiyê Gabriel Garcia Marquez, Tonî Morrîson, Derek Walcott, Taher ben Jelloun,Moniru Ravanipur û Salman Ruşdî dikare wek romanên realîst ên efsûnî bêntarîfkirin. Di romanên Bextiyar Elî de bi saya gelek referansên civakî, dîrokîû siyasî, yek bi hêsanî dikare bêje ku rûnandina berhemên wî bi realîteyaKurdistanê ve girêdayî ye.

Haşim Ahmedzade, ji “Di romanênnivîskarekî kurd de Realîzma Efsûnî: Bextiyar Elî” (Romana Kurdî ûNasname)

Keskin: Divê başûrî pirtûkên kurmancî wergerînin soranî

Keskin destnîşan kir ku berhemên herdu diyalektan jî edebiyata kurdî ne û girîngiya wergera diyalektan wiha şîrove kir: “Xwendevanên vê derê ji ber meseleya alfabe û diyalektê nikarin jê îstifade bikin. Sinorê edebiyata kurdî berfirehtir dibin. Hemû xwendekarên kurd dikarin jê îstîfade bikin. Jixwe derefetên edebiyata kurdî kêm in. Bi vî awayî tesîreke baş dikin. Ji kurmancî jî divê ji bo soranî berhem bên wergarandin.”

Xwediyê Weşanxaneya Avestayê Abdullah Keskin diyar kir ku wan heta niha 20 pirtûk ji soranî wergerê kurmancî kirine û li ber destê wan 20 pirtûkên ku ji soranî bo kurmancî werger bikin jî amade ne.

Keskin, xwest dezgehên soranî jî weke weşanxaneyên li Bakur girîngiyê bidin wergera diyalektan û pirtûkan ji kurmancî wergerê soranî bikin.

Weşanxaneya Avestayê pirtûka yekemîn a sala 2012’an ji soranî wergerê kurmancî kir. Pirtûka Bextiyar Elî ya bi navê “Êwarey Perwane” ji bo kurmancî bi navê “Êvara Perwaneyê” werger kir.

Pirtûka ku li Başûrê Kurdistanê bûbû bestseller, bi kurmanciya Besam Mistefa di nav weşanên Avesta de derket.

Keskin ji AKnewsê re ragihand ku ew ê 6 pirtûkên din ên Bextiyar Elî jî wergerê kurmancî bikin û wiha got: “Heta niha me ji 20 pirtûkan zêdetir ji soranî wergerê kurmancî kirine. Ên ku me qerar dane em ê wergerê kurmancî bikin niha nêzî 20 heban e.”

Keskin destnîşan kir ku berhemên herdu diyalektan jî edebiyata kurdî ne û girîngiya wergera diyalektan wihaşîrove kir: “Xwendevanên vê derê ji ber meseleya alfabe û diyalektê nikarin jê îstifade bikin. Sinorê edebiyata kurdî berfirehtir dibin. Hemû xwendekarên kurd dikarin jê îstîfade bikin. Jixwe derefetên edebiyata kurdî kêm in. Bi vî awayî tesîreke baş dikin. Ji kurmancî jî divê ji bo soranî berhem bên wergarndin.”

Keskin bal kişand ku heta niha ji kurmancî bo soranî yek pirtûkek jî nehatiye wergerkirin û aşkera kir ku ev berpirsyarî dikeve ser sazî û dezgehên Başûrê Kurdistanê.

Keskin derbarê wergerê de wiha axivî: “Gerek weşanxaneyên Başûr ji kurmancî bo soranî werger bikin. Em difikirin ji soranî hin tiştan biceribînin. Derfetên me yên ku em ji kurmancî wergerê soranî bikin tune ye. Hem di warê diyalekt, werger û kadroyê de û hem jî di warên din de kesên ku bi vî karî re mijûl bibin, tune ne. Lê ev bar dikeve ser dezgehên başûr. Derfetên wan ji yên me çêtirin.”

 

Hêjayî gotinê ye ku par Besam Mistefa sê pirtûkên Şêrzad Hesen jî ji Soranî kiribûn Kurmancî û weşanxaneya Avesta ew weşandibûn.

aknews.com, 08.02.2012

Diyari bo Bülent Arınç: Êvara Perwaneyê!

Romeneke nû ku ji alî Bextiyar Elî ve hatiye nivîsandin li wêjeya kurdî zêde bû. Weşana vê romanê û daxuyaniya ecêb ya cîgirê serokwezîrê tirk Bülent Arınç ku zimanê kurdî wek ´´ne-medenî´´ binav kir rastî heman rojan hatin û Bextiyar Elî bi vê romana xwe Arınç derewand.

...

rojevakurdistan.com, 08.02.2012

 

Şikandin û guhertina kurmê vegotinekê: Êvara Perwaneyê

Bextiyar Elî di Êvara Perwaneyê de, rastiya (ji) me ya hinek ji me wêdetir ji nû de nivîsandiye û bi vegotin û şêwaza xwe kurmê vegotinekê hem şikandiye hem jî guhertiye. Bêhn û sêhra romanê, rûhiyeta perperîkê (Perwane) ye ku xwe seranserî romanê raxistiye. Hiş û mêjiyê romanê, sedem û encama xwelîbûna perperîkê ye.

Perwane, bi unsiyeta xwe ya ku xwe pê bi mane dike bibe nebe divê li der û dora maşûqê xwe bigere û di dawiya dawî de bişewite, bibe xwelî û bi hewayê bikeve. Di çarçoveya vê ‘efsûnê’ de Êvara Perwaneyê, bi riya karakterên wesle wesle bûyî bi rexek realîst û rexek derasayî û efsûnî vehunandineke bi hev ve mehandî ye. Bi rastiya xwe, bilêvkirina rastiya welat û gelekî ye. Bi îronî û rengên xwe rexneyeke tûj ya li ser dîn û dîndara ye. Bes melayek û Daye Telet û Pîr Mûsa bo navê Xwedê wek hebên inciyan li dij temsîliyeta mirovên oldar yên ku hema ‘def, şûr, asît û al‘ên wan di dest wan de li ba dibin û li pey şewitandin û pakkirina yên ji rêderketî ne di romanê de rû didin.

Ev rastiya şirovekirî ku dikare wek arkaîk di qebhet û tevgerên Hesen Sebah, Hîzbulah û Talîbanê de bê dîtin wekî ku Fetane ji Xendanê re dibêje, ‘…ne êvara çîrokê ye, ne êvara xeyalê ye.’ Tesewûra dînî, bi hin şiroveyên taybet ji bo yên derdorê di hinek deman û deveran de jiyaneke zor li dar xistiye. Ev xusûsiyeta şiroveyê her wekî li paşerojê, di vê hênê de jî bi hin dîmenan pêkanbûna xwe diselimîne. Di vê çarçoveyê de Êvara Perwaneyê ji xeynê beşa ‘dawî’ bi hîkmeta huşbûna karakteran û bi riya bizimanbûna metnê, hiş û mêjiyê zihniyetekê rave dike. Nivîskar bi beşa dawî nêrîna xwe ya di derbarê dîn û oldariyê de bi xêra Xendanê rave kiriye û neyêniya di derbarê dîn de ku xwe di tevgerên karakterên berhemê de nîşan dide nermtir kiriye. Xwendekar dibîne ku nivîskar di şirovekirina Xwedê û dîn de di çi angaştê de ye. Bi vê angaştê di beşa dawî de hevok û ramanên bi vî rengî diyar dibin: “Di dawî de min digot, ‘ Xwedê mirov bi milyonan şêweyan dîtiye. Milyonan rûya daye wan; çawa li me dibore heke em tenê bi yek awayî bibînin, çawa li me dibore ger em, weke hakimekî bîrteng lê binerin, ku kitêbek di ber destê wî de ye û perên wê vedike û li gorî wê kitêbê biryar dide; momosteya min ev sivikatiyeke mezin e, daketin û kêmkirin e ji hêza berfireh û afirîner ya Xweda re.’.

Zemanê romanê ne heta bi hetayê be jî ew zemanê “wê şevê, wê êvarê, wê rojê” ye û ev ketûmî rasterast ketûmiya realîzma efsûniyê ye lê bi “Şerê Kendavê”, bi “Kurdistan”, bi “Iran”, “Peşmerge” û bi şerê di navbera eşîr û partiyan de ev şêwaz xwe qevasî ser dara reelbûnê dike. Lê ev ketin nayê maneya ku roman ji xasbûna xwe ya efsûnî dikeve, bîlakis ev sembol û bibîrxinêr, paşeroj û pêşerojê di nav hev de dimehînin û dibin sînorên efsûnî û rastiyê ku xisletên vê cureya edebî ne. Di ser hev de geh li vi rexî geh li wî rexî ye vegotina romanê. Geh xewn û xeyal û welatê aşiqan geh sûkên kurdan û fîlmên misrî.

Di paraleliya hev de carek li wargeha Perwane û Mîdya carek jî li wargeha Xendan û Fetane ku xwişkên hev in bi devê Xendana Piçûk bûyer û leheng derdikevin ser dikê.  Xendana Piçûk, bûyerên ‘heyameke ku tê de jiyaye lê nedîtiye û fêm nekiriye’ bi hev dike. Karakterên romanê xwedî jiyan û serpêhatiyên trajîk û dramatîk in. Yan dilê meriv bi wan dişewite yan jî meriv ji wan ditirse. Dilê meriv bi diya Perwane û Xendanê û bi wan herdukan, Mîdyaya Xemgîn û xwişka wê Fetaneyê, Ferîdûnê Melek jî dişewite. Met, Mele Kewser, jinên defbidest, oldar û îmandar jî meriv ditirsînin. Hemû karakterên romanê ne ji xwe, ne ji bajarê xwe ne jî ji jiyana xwe razî ne. Parçebûn û hişkbûna kesayet û cimaeta li bajêr wesfê bindestan nîşan dide. Hin ji wan ji ber ku li pey jiyanek azad in di rewşeke awarte de ne hin ji wan jî ji ber ku emrên Xwedayê xwe bi temamî bi cîh naynin di nav xwe de dişewitin lê ne xwe yên ku li gor wan ji rêderketî ne dişewitînin û beden û rihê xwe, yên cimaeta xwe û yên derdorê ji şeytan xelas dikin.

Tevger û bûyerên karakteran ji wan bêtir bal dikişînin ser xwe. Wek mînak dayika Perwaneyê bi awayek sînematografîk bi teşta xwe ji ser derencikê de dikeve xwarê û felcî dibe ji aliyê lawikên xwe û mêrên xwe ve dil heye ku bê hundakirinê xuya dibe. Lê dîsa jî karakterên romanê ne bes bi qewimîn û tevgerên xwe, ne bi temamî be jî bi fizîk, rih û psikolojiya xwe jî li holê ne. Car carna bi riya vebêjêr em rengê û şiklê cil û kincên karakteran jî dibînin.

Bajêr bi gotina Nesredînê Bêhnxweş, ‘bi eşqên bêmiraz û nîvcomayî dagirtî ye’. Li bajêr jinên defbidest û oldar derdikevin, mêr bi şûşeyên asîtê li ber dibistanan digerin, hinek derdikevin nêçîra stranbêjên ku sirûdên welatperwer dixwînin. Jin di bin qesabxaneyên mêrkujan de derbas dibin. Heyama romanê ya ku li bajêr xuya dibe heyameke wisa ye ku kêmnetew jî tê de têne qirkirin ku dîsa ji realîteya kurdan ne wêdetir e.

Gava ku oldar bi têkiliya Perwane û Feridûnê Melek dihisin dixwazin wan demikdest bigirin û bi destên xwe ceza bikin. Jinên îmandar û şopger bi pey herdukan dikevin. Di vê parçeyê romanê de xwendin û şêwazek serketî ya ku G. Garcia Marquez di Duşema Sor de li dar xistibû derdikeve pêşberî me. Di vegotina Elî de pace û deriyên ku heta niha qet venebûne jî vedibin. Her wekî ku xêr û xêratek be, her yek niştecihê bajêr tevli vê neçîrê nebe jî xwezî û azweriya wan ya bo nêçîra îmandaran ya bo aşiqên bêguneh aşkere dibe. Di kitêbxaneya ku Ferîdûn û Perwane hev dibînin ya ku tê şewitandin de di hêna vê şewitandinê de gelek tişt tên bîra mirovî. Her wekî ku tê zanîn gelek tişt û têgeh ne tazî ne, Piraniya wan têgehan bi bûyînên tije kul û keser dorpêçkirî ne. Şewitandina kitêbxaneya aşiqan ku di wê hênê de her der dibe perperîk û xweliya wan bibe nebe Sînemaya Amûdê tîne bîra mirovî ku ew 283 zarokên di wê sînemayê de wek perperîkan bûn. Di kitêbxaneyê de jî ji ber ku Ferîdûn aşiqê perperîkan e nêçîra wan dike û wan dixe nav kitêban. Di beşên din de Xendan û hevala xwe jî li xilwetgeha ku lê têne pakkirin de heman tiştî dikin û li her derê wek xewn û xeyal perperîkan dibînin û wan dixin nav kitêbên xilwatgehê.

Roman bi xêra paşveçûyînên Xendana Piçûk, bi metafor û îroniyan hatiye saz kirinê. Xerabiya rewşa awarte bi pêşhukmî an jî bi selimandineke xwerû nayê piştrast kirinê lê rewş bi xwe bi êş û azara xwe vê heyîn, bûyîn û çûyînê rexne dike. Di vegotinê de xeyal û rastî tevlihev dibin û sînorê di navbera wan de dimehe. Mirov di vegotinê de şaşwaz namîne, bi kelecan pel li ser pel diqelibîne. Hinek bûyîn efsûnî bin jî bûyîna wan tiştan ne derasayî ye. Xeyal û rastî li hev dilefin û her wekî şem û perperîkê bi hev re dihelin.

Her karakterê Êvara Perwaneyê bi nav û tevgerên xwe yekta ne û dikarin bi tena serê xwe jî hebûna xwe ava bikin. Perwane jî, Ferîdûn jî, Nesredîn jî, Xendan jî, Midyaya Xemgîn jî dikarin karakterên beriya xwe jî yê li pêşiya xwe jî bidine jibîr kirinê. Navên ku di Êvara Perwaneyê de diyar dibin li heman war û bajarî bin jî çîrokên xwe vedibêjin û dikarin ji navên din bi hîkayet û qederên xwe yên taybet cudatir bisekinin. Kesên ku haya wan ji wan û dilê wan heye ji nav bajarê ku zilm û zorê ew dorpêç kirine direvin wî welatê navê wî hêj nayê gotin, nayê zanîn “dojeh e an bihûşt e” e de li hev dilefin. Ew der bi xwe jî têrî xeyalên wan nake. Dîsa Mîdyaya Xemgîn li paxaftina xwe ya bi heyvê re ye, Ferîdûnê Melek di gel Perwaneyê di xeyalê xwe yê berê de ye. Li Daristana Kûviyan, leşkerên reviyayî, evîndar tev de li vî welatê ku her çiqas di temsiliyeta welatekî efsûnî de xuya bibe jî her wekî wargeha pêşmergeyên ku bo xak û welatê xwe têdikoşin de ye. Lewma hem efsûn e hem jî rastî ye û ya girîng ev e ku ev li hev lefîn û xuyakirina dorbedor xwendinê tahl û xera nake.

Şibandin, mecaz, mubalaxa, dubarekerin di Êvara Perwaneyê de wek kirasê edebiyata efsûnî xwe venaşêre. Cih û war bi derengî be jî derdikeve. Zemanê romanê bi paşveçûyînan xwe çerxîner jî dike. Bi vî aliyê xwe paşeroj û pêşeroj bi hikayetên lehengan yên balkêş tevlihev dibin.

Romana Bextiyar Elî, bi şêwaz û dengê xwe di nav hêzên xeternak de wêrekiyeke wisa ye ku bi vê wêrekiyê ji jiyan û fikra ku ber her deriyê girtiye re “de ha ji we re ha/de ka werin ha” ye ke. Ji folklorê sûd wergirtibe jî di bikaranîna wê folklorê de bi vê wêrekiya xwe li dij temsîliyetên çavsor pêxistina agirekî ye.

Romana Bextiyar Elî, Êvara Perwaneyê, modernîzekirina hîkayeta şem û perwaneyê ye. Ev roman jî nîşan dide ku edebiyata kurdî di heman hênê de gelek cureyên edebiyatê di nav çanda xwe ya taybet de dimehîne û ji van cureyên edebî li gor çand û seruvena xwe rewrewkeke rengîn diafirîne. Êvara Perwaneyê bi her aliyê xwe gazî perdeyeke spî jî dike.

Hamid Omerî, www.kulturname.com, 28.02.2012

Author: Bextiyar Elî
Language: Kurdî (Kurmancî)
Related links to "Êvara Perwaneyê - Bextiyar Elî"
Read, write and discuss reviews... more
Customer evaluation for "Êvara Perwaneyê - Bextiyar Elî"
Write an evaluation
Evaluations will be activated after verification.
Please enter these characters in the following text field.

The fields marked with * are required.

Wenig auf Lager
Verfügbar
Verfügbar
Wenig auf Lager
Wenig auf Lager
Ausverkauft
Verfügbar
Wenig auf Lager
Wenig auf Lager
Verfügbar
Mijabad
Mijabad
€5.90 *
Wenig auf Lager
Verfügbar
Qalik
Qalik
€5.90 *
Verfügbar
Wenig auf Lager
Wenig auf Lager
Wenig auf Lager
Wenig auf Lager
Verfügbar
Verfügbar
Verfügbar
Verfügbar
Verfügbar
Verfügbar
Qalik
Qalik
€5.90 *
Verfügbar
Verfügbar
Wenig auf Lager
Wenig auf Lager
Wenig auf Lager
Wenig auf Lager
Wenig auf Lager
Wenig auf Lager
Wenig auf Lager
Wenig auf Lager
Wenig auf Lager
Verfügbar
Wenig auf Lager
Verfügbar
Hint!
Ausverkauft
Hint!
Wenig auf Lager
Verfügbar
Ausverkauft
Verfügbar
Verfügbar
Wenig auf Lager
Wenig auf Lager
Wenig auf Lager
Ausverkauft
Wenig auf Lager
Ausverkauft
Viewed