Mîrname

Mîrname
€5.90 *

Prices incl. VAT plus shipping costs

Ready to ship today,
Delivery time appr. 1-3 workdays

  • SW10277
Frequently Bought Together

Total price: €16.60 *

Roman  ISBN: 9789944382472     Çapa yekemîn: 2008 Çapa duyemîn: 2012... more
Product information "Mîrname"

Roman 

ISBN: 9789944382472

 

 

Çapa yekemîn: 2008

Çapa duyemîn: 2012

Çapa sêyemîn: 2015

19.5x13, 232 rûpel

 

Mijara vê kitêbê Ehmedê Xanî û dema wî ye. Lê ev roman ne biyografiya Xanî ye bi qasî ku ew biyografiya her rewşenbîrekî ye ku li hember desthilatdariya hundir û derve xebatê dike. Tevna wê bi tayên fantazya û tarîxê hatiye ristin. Romaneke balê dikişîne ser nakokiyên siyasetmedar û rewşenbîran. Şêweyên têkiliya di navbera wan de û  berî her tiştî dixwaze ferqa wêjeyê bîne ziman, cihê nivîskarekî di civakeke mîna civaka kurdî de bide xuyakirin.

 

Mîrname: Tîbûna hibrê

 

Eve mijara romana ku min berî çend rojan qedandiye. Romanli ser Ehmedê Xanî ye. Li ser mirina wî û tîbûna wî ya ji evîn û welatû civaka saxlem û nivîsê ye. Li ser hezkirina wî ya kaxezan  û ciwaniyakeçeke celalî û çûna mîr ya nêçîrê ye. Li ser barana ku dê kefenê wîşil neke ye, û li ser hêsrên ku wî di şeveke zivistanê de berî mirinaxwe bi du kêlîkan rijandine re ye. Li ser min e, li ser te ye, li serwî ye, li ser wê ye jî. Û ne li ser tiştekî ye.

 

Ji hevpeyvîna Fatma Savci, Kovara Peyv

 

Mîrname I

...

Gotina min ya pêşî, Mirname romaneke herî ji bendewa romana kurdî ye. Mîrname bi her tiştê xwe ve roman e. Mîrname romanekê wilo ye ku ne hewceyî navê Ahmedê Xanê ye. Jixwe ya rastî jî ev e.

...

Nivîskarê Mîrnamê Jan Dost ji binê barekî gelek giran, bi rihetî derketiye. Çiroka romana Mîrname ya taybet nîne. Ku hebe jî, kes nikare bi rihetî bêje, ma çiroka Mîrnamê e ve! Û ji xwe Miîname bi xwe jî, wî tiştî mukur tê. Di rûpela 19-ê de, vebejêr, dev ji vebêjkirina çirokê berdide û panoramayeke mirovên ku li dor gorrê civiyane, wan destnîşan dike.

...

...roman ji edebiyateke xas hatiye avakirin. ... Sahna pêşî ya ku li ser gorrê, kolandina gorrê, axaftina ku leheng di nava xwe de dikin bi rastî jî ji qelema nivîskarekî herî mezin derketiye. Min ji wan sahneyan pirr hiskir. Her bêje dijî, her hevok di nava xwe de xwedî misyonekê ye û ji xwe di herikandina romanê de xuya dibe ku wê bikêrî tiştekî verin. Û bikêr ten jî.

 

Bi xwendinekê nirxê vê romanê naye kifşkirin. Ku xwendevan aciz nebe, ez ê li xwe mukur verim; min sê caran ev roman xwend. Piştî xwendina dawî min biryarek hilgirt.’’Bi nirxandin û şirovekirin rumeta vê romanê nayê eşkerekirin. Vê romanê analizek divê.

...

Di wêjeya xas de, çîrok mijareka gelek giring e. Çirokê Mîrnamê giş jî bi ser ketine. Giş jî xwedî naverok e û giş bûye çîrok jî. Bi termonolojiya wêjeyê ku em bêjin, çiroken Mirnamê xwedî buyer in û têrî naverokên xwe dikin.

 

Lê derdê Mïrnamê ne ev tişten eslî ne. Mîrname derenca xwe katek hê bilindtir kiriye. Bi Mirnamê re edebiyata zimanê kurdî, romana zimanê kurdî ji xwe re cîkî nû û gelek birûmet ava kiriye.

...

Alî Fîkrî Işik, www.netkurd.com, 05.08.2008

 

Mîrname II

 

Kitêba Jan Dost, Mirname, bi hezar tevnî, ku bê xwendin jî, ji rûmeta xwe tiştekî hunda nake. Her xwendinek vê, gelek  wate û ramanên balkeş bi xwe re bîne.

Tiştê ku min ji metin fêm kiriye, şêwa metin ne ji ‘Çêbûn’a çûndina wateyî ye, ji ‘çêbûn’a çundina avakariyê ye. Avakarîya ku ez li vir bikartînim, bi mana (yapısalcılık)a tirkî ye. Wek ku di têbinîyeke di sînor de, ku bi kurtê parî, bahsa avakarîya edebî bikim, ez karibim wan tişta bi dev bikim. 

Mîrname pirseke mezin e. Mîrname bi zanebûneke mezin tu pirsa bibersiv nake. Mîrname xwe naxe şûna bersivan, vezifeyeke wusa hilnagire. Bersivan li holê dihêle û azadiyeke mezin dide xwendevanê xwe. Vegotin ji alî wî qerekterê xwe ji vegotina Mehmed Uzunî diketê û li ba dilê min vegotina romana kurdî, ji bin bandora realizma kurdî, ya hişk  hêdî hêdî derdikeve. Bi xêra Gotinên gunehkar û Tirsa bê diran riya vê revayê vebû. Piştî Hesenê Metê û Helim Yûsiv, Jan Dost jî bi Mîrnamê nefeseke mezin li vegotina romana kurdî veda. 

...

...niyeta metn ne jiyana Ahmedê Xanî ye. Ahmedê Xanî nişandanek e. Nîşandanikeke îkonîk e.

...

Ku em jî wek Buharî bikin û berê xwe bidin metnê Mîrnamê, em ê bibînin ku Mîrname, bahsa îro dike. Ne hibr bariye, ne kesî Ahmedê Xanî jahr kiriye û ne jî Ahmedê Xanî nameyek ji mîr re şandiye. Jiyaneke zindî, jiyaneke kurdî di nava rûpelê Mîrnamê de dipengizin, roja me. Jixwe mebesta dîrokê ji femkirina roja me pê ve çi ye?

Alî Fîkrî Işik, www.netkurd.com, 12.08.2008

 

Mîrname û erotîzmeke nepen 

 

...“nivîs”a birêz Alî Fîkrî Işik, nivîseke balkêş bû, belê wilo bû, belam ev balkêşî, çi ecêb e ku ji nêzîktêdayîna nivîskêr a der heqê romanê nedihat, yekser ji şêweya nivîsê dihat, ji ber ku nivîs (yan ev cure xwendin), li şûna ku bala kurdîhezan bikişîne  -bide- ser Mîrnameyê (helbet bi vê mebestê hatibû nivîsandin), jê bi dûr dixist (bêyî ku hay jê hebe) û dikir ku Mîrname, nola romaneke “ji rêzê” bihête dîtin. Ne mînakdayîna ji “structuralism”ê (bi gotina nivîskêr; avakarî, yapisalcilik) û ne jî hewldayînên felsefî ku li xaçerêkên nivîsê bi pûtepêdan hatibûn reşandin, ne çespandina hejmara rûpelên romanê û ne jî gotinên mîna “hezar car şikir…”, nedibû derman ji birîna nivîsê re; dihat ku ez bibêjim “heke romanek mîna Mîrnameyê bi sê caran hatibe xwendin, divê hûn -kêm û zêde- temet wê romanê xwendineke rexneyî binivîsînin da ku xwendevanên Jan Dost têbigihin bê Jan Dost çi kiriye”... 

... 

...Jan Dost, hîmên van her du romanên xwe li ser “evînê” avakiriye, ji ber ku bi tenê evîn dikare mêjûya têkçûnekê siyasî (Şêx)/rewşenbîrî (Xanî) bi vî terhê xwe yî mirovandinê ji mejiyên me yên dorpêçkirî rizgar bike û Jan Dost, vê yekê bi hostayî -bi alî dirûvandina dîmenên balkêş (bo nimûne: Di Mîrnameyê de pêrgîhatina bav û kurî ya di şikeftê de, meyla kurî, homoseksualîte, dexesî û Amed, di 3gav û 3darekê de peyva Şêx, “Ehmeq in, ehmeq!”) dirûvandina şexsiyetan, hûnandina kîte kîteyên ku bêhna romanê vedikin-...

...heye ku Mîrname, ji ber vê peyva “Bira xelet neyê fêmkirin…” xelet bê fêmkirin. Û peyva “edebiyateke bilind”, ango, wêjeya ku, xwe ji ya populer cuda kiriye, gelo ma wêjeyeke popular a kurdan heye? Ma ne em daxwaza populerbûyîna wêjeya kurdî dikin?...

  

Lê ku min pirtûk (Mîrname) bê qeda û bela qedand, ez, -çawan bilêvkim-, şaşomaşo bûm, mijar dîsan hatibû li ser zimên û bikaranîna wê, ji ber ku Jan Dost, xwepêşendaneke bi seyr dikir bi dirêjahiya romanê, bêdeng û jixwerazî bû, her wiha ji zimanê xwe piştrast bû, romaneke biyan bû romana Jan Dost, “giran” bû, “tîr” bû welhasil, belam ew giranî û tîrbûn ji sermijara romanê nedihat, welew ku sermijara romanê jî xwe wilo zû bi zû nedida dest, lê dîsan jî ez li ser ya xwe bûm; her ku min rûpel diqulipandin, pirsek ku ji destpêka “Sibehek bi baran bû”  we re bi dû min ketibû, serê xwe radikir: “Çima evînên bêmirad, çima evçend reşbînî, ango nîhîlîstî?”, Jan, hê di têketa romanê de bersiv dida: Hibr e, bi hêsran û xwînê têkel dibe, bi jehrê jî dibe mirin, dibe jiyan.”  

  

Wekî peyva dawî: Jan Dost, ne ku reşbîn e, di bin wê reşbîniyê re, wî serbenên erotîzmeke nepen jî radestî me dike, lê ku em rastê werin û baş bixwînin.

 

Şener Ozmen, www.diyarname.com,

 

Mîrname û Kujerê Ehmedê Xanî

...

...Vebêj, bi gotyariya nivîskar bi tirbkolana zilamê rûpoş dest pê dike û bi hatina cenezayê Ehmedê Xanî berfireh dibe. Piştî çîroka ewil wek ku di şevbihêrkekê de, li oda gund yan li hêvanek konferansê mirovê ku Ehmedê Xanî nasdikin û pir-hindik têkiliya wan pêre çêbûne, mirovê ku rengê bajar û  wê dewrê di xwede hilgirtine, mirovê dilxwaz û dilnexwazê Ehmedê Xanî, mirovê sedema paşdeketin û pêşdeketina zimanê kurmancî hwd. Yek yek gotinê digrin (yan mîkrofonê), derdikevin ser dikê û “çîroka xwe” dibêjin.

...Gelek ji wan çîroka mirov kare bitenê, yeko yeko jî bixwêne.

...

 Ji serê romanê hema heya dawiya wê qala kujerkî têkirin, dibên yekî yan hina jehra silêmanî daye Ehmedê Xanî, û metn baweriya me pê têne ku hin dilnexwaz û ne bîrbirna Seyda jehr kiriye. Raman û delîlna jî dixe serê xwendevan, bê ka kê Şêx Xanî jehr kiriye. Piştî ku baweriya me tê, bê ka kê Seyda kuştiye û kê daye kuştin, ber bi xelasa romanê, dibêjin: Na wele Seyda ne hatiye kuştin, ev zilamê ku me nîşan da ne kujer e, ev nexweşî û halê kurmanca jehra herî mezin e, dibe ku Seyda bi fermana Xweda miribe. Ev bûyera ha bi me dide zanîn ku vebêjerê serî, ji lehenga, ji xwendevana bêhtir bi tişta dizane. Xwezî ku kujerkî Seyda hebûya, ev kujer ne zilamê ku şipha gişa dikişîne ser xwe bûya jî, dîsa kujerek jê re bihata peydekirin. Ku kujerkî seyda hebûya, wê xwendevan xwe ji xapandinê dûr bidîtiya. 

...

 Çîroka gişa ziman û tevgera dewrê xweş anîne ziman  û ez bawerim ku wê xwendevan cêşik xweş ji vê romanê bistînin û gellek tiştê nû di romana kurdî de bi vê sedemê bibînin.

Hesenê Dewrêş, www.netkurd.com, 10.08.2008

 

Derwazeya romanekê

 

Îro 1’ê Îlonê ye, roja yekemîn a meha rojiyê ye û romana bi navê Mîrname di rojeke wiha de bi mirina leheng Ehmedê Xanî ve dest pê dike. Jan Dostê ku berê bi du romanan gav avêtibû cîhana romannûsiyê û di zemîna romanên xwe de demên kevnar ên girîng ji jiyana kurdên şareza bi cih kiribû, vê carê jî lehengê xwe Ehmedê Xanî ji awirên mirovên derdora wî ve diyarî xwîneran dike. Romana ku bi giştî honak e û şert û şirûtên salên 1651 û 1707 li gora daneyên dîrokî ligel jiyana Xanî bi afirandina kesên honakî dide, bi kêmanî be jî afirînerê Mem û Zînê bi can û cesed dike û di hişê mirov de zanayekî kurd bi cih dike. Destpêka meha Îlonê bi xwendina romana Mîrname dê baweriyeke zeximtir a hebûna wêjeya kurdî bi mirov re çêbike.

 

Yaqob Tilermenî, Azadiya Welat, 01.09.2008

 

Jan Dost: ´Derdê min her pirsîn e ne bersivdan´

 

Em bi birêz Jan Dost re li ser romana wî yî dawî Mîrnameyê û bi vê bahaneyê li ser hin mijarên ciwakî  peyivîn. Em hêvî dikin ku ev hevpeyvîna me, bi kêrî ciwaka me bê û ronahiyekê bide wêje û ciwaka me. Em gotinê pir dirêj nekin û we û hevpeyvînê bi hev re bihêlin.

 

H.Dewrêş: Mîrname wek 21 nameyên (21 yek vebêjer hene di pirtûkê de) ku ji dewra Ehmedê Xanî hatibin şandin ji dema me re û di demên di navbera me û wê dewrê jî herikiye, tespît û gihaştinê xwe kirine pirsnîşanek mezin û hatiye li pêş me sekiniye. Mîrname li bersivek çawa digere?

J.Dost: Mîrname bi serê xwe pirsek e! Pirsa ku divê ji zû de bihata kirin! Kê Xanî kuşt? Çima Xanî di wî emrê 56 salî de mir? Çi hatê, bi kîjan nexweşiyê ket? Bi emrê xwedê mir yan jî bi tedbîra hinekan ku jê hez nedikirin? Pirsa mezin dibêje: Kî rewşenbîran dikuje? Mîrname bersivan nade. Ew weke hemû berhemên min  pirsan di xeyalê xwendevanan de diteqîne, dihêle xwendevanê kurd bifikire û cihên  beyar di axa  mejiyê kurmancî de cot dike û tuxmên pirsan diçîne!      

Bersiv li ba kê ye nizanim? Ya li min wek romannivîsekî ez bipirsim! Derdê min her pirsîn e ne bersivdan! Mîrname dixwaze têkiliya desthilatdar û rewşenbîran zelal bike hinekî, dixwaze vê têkiliya  ku bi sedê salan e di civaka kurdî de xwar dimeşe hinekî li gor hêz û taqeta teksteke kurmancî  rast û durust bike. Pirs ev e: Gelo Mîrnameyê karîbû pirsê zelal vebêje yan na?

 

Mîrname di vebêjertiya wêjeya kurdî de rengnên nû derdixe pêş me, vebêjerkî navendî tune, naverokek giştî tune, 21 vebêjer çîroka xwe a giştî bi lênêrîna xwe dibêjin û xwendevan jî heta ku dawiyê (dibê) bi serê xwe ye, em dikarin bibêjin Mîrname romanek postmodern e?

- Vê yekê ez wek afrênerê berhemê nikarim bibêjim! Dema dinivîsim ne li dû ekolan diçim! Dibe ku di tesîra hin ekolên wêjeyî de mabim, lê bi xwe nizanim teksta min tebayî kîjan ekolê ye, eger romaneke postmodern be  rexnegir dikarin vê biryarê bidin. Lê di vê romanê de ez nêzîktirî ekola (romana polyphonic) im ku hostayê wê nivîskarê navdar William Faulkner e. Pirrdengî di romanê de tê wateya qada ferehtir ji azadiyê ji bo afrêner. Ew dikare ji gelek aliyan ve li mijara xwe binere û vebêje. Tekst  hinekî (hevîrî) dibe û nivîskar dikare bêtir bi azadî karekteran  bixuluqîne û wan bide axaftin û nasandin. Mîrname romanek bû ku kesekî bi tenê nikaribû bibe vebêjerê wê. Navê min sor e jî romaneke di vî kirasî de ye, heta hinan gotin ku Mîrname  dişibihe Navê min sor e! Lê ez ne di bin tesîra wê de mame, eger tu rastiyê bixwazî ji zû de hîn berî ez Navê min sor e bi erebî bixwînim, dilê min û nivîsandina romaneke bi vî şêweyî hebû. Min berî bîst salan romana Cubran Xelîl Cubran Îsa kurê mirov bi erebî xwendibû. Ez gelekî di bin tesîra wê de mam. Ji 15 salan û vir de ango piştî ku min Ehmedê Xanî nas kir min xwest romaneke wisa li ser wî binivîsim, eger kitêba Cubran Xelîl Cubran wergeriyabe tirkî  lê vegerin, hûn dikarin wê û Mîrname bidin ber hev. Ez vê jî vekirî dibêjim. Nabêjim min deriyê ekoleke nû di romana kurdî de vekiriye. Na  ev ne hedê min e, lê dikarim bibêjim min xwîneke nû berdaye rehên romana kurdî.

 

Belê kitêba Cubran Xelîl ya bi navê “İnsanoğlu İsa” wergeriyaye tirkî jî, em karin dawîkê wan bidin ber hev. Dibên “kaos; edaletek netetmînkirî ye”, ji gellek xwendevanan min bihîstiye ku dibên di vegotina Navê Min Sor e (kitêba Orhan Pamuk) de jî kaoseke giran heye (ku yek sedema Nobela Orhan Pamukî di vegotinê de lêgerîna rêyê nû bû). Ez bawer im ku kurd di nava kaos û bêedaletiya herî mezin dijîn û digel vê jî vegotina nivîskarê wan herî zelal in û li ser rêyên nas in. Gelo ev ne balkêş e? Tu bi vegotina nivîskarê kurd tetmîn dibî? 

- Na! Teknîkên klasîk tên bikaranîn, helbet ne hemû nivîskar û ne di hemû romanan de, lê bi piranî romana kurmancî û jiyana civakê ne wek hev in. Nivîskar dixwaze romaneke tekûz, minasib, aram ku her kesekî nû dest bi fêrbûna zimanê kurdî kiribe jê fêm bike. binivîse, lê civak çawa ye! Civak ne tekûz e, ne aram e, tevlihev û bi gotina te di kaoseke ecêb de ye. Te xaleke gelek giring got: Nelihevkirina reng û rûyê civakê  û berhemên wêjeyî! Li ba min romana min qetek kaxetî ye ji jiyana min û jiyana civaka min. Ka em çi ji vê civakê fêm dikin? Ez bi xwe dixwazim sozdarê tarîx û civaka kurmancî bim, nikarim dûr bikevim. Di vegotinê de ev tişt diyar dibe. Ez karim bibêjim ku em û xelkên Emerîka Latînî pirr nêzîkî hev in, loma jî dibêjim ku romana me hêdî hêdî dê ber bi ekola realîsma sihrî de here. Divê roman tev li hev be. Xumamî be, tijî mij be. Ez ji romana rihet ku çîroka wê heye û xwendevan dawî her tiştî fam dike, hez nakim ne jî qebûl dikim ku xwendevanê min yekî tenbel be û li ber siya dara behîvê pal bide û di germa havînê de yan jî di metroyekê de ji bo ku sebra xwe bîne romana min bixwîne. Xwendevanê min divê herdem hespê xeyalê wî zînkirî be û rişm û hefsar di destê wî de be. Çavvekirî be. Ez ne romanekê ji bo xwendina berî xewê dinivîsim. Na! Loma jî dibêjim ku divê xwendevanê min romanê bi xwendina xwe ji nû ve ava bike û binivîse. Navê min sor e  romaneke xweş e, xurt e. Ne tenê ji ber pirrdengî û vegotina bi kaos. Lê ji ber ku Orhan Pamuk hosta ye, tevna xwe pirr xweşik rêsa ye, westiyaye, dokument, malzeme, informasyon civandine, vegeriyaye berî sedê salan û derbasî wê demê bûye. Fikrên mezin gotine, şerq û xerb li bin guhê hev xistiye, loma jî hinekî (zor ) tê xuyakirin. Romana wî ne ya ku tu wê li ber xewê bixwînî. Ango ne dermanê xewê ye lê yê şiyarkirinê ye. Ez jî hewl didim ku romana min ji vî cûreyî be. Zengil be ne morîka xewê.

 

Nivîskarekî kurd dikare rojekê xelata nobelê bistîne, tu vê hêzê di kurdî û nivîskarê wê dibînî?

- Heta em kurd ev bin na! Di serî de divê xelatên herêmî hebin ango divê kurd bi xwe xelatan li nivîskarên xwe belav bikin. Bila ne xelatên maddî bin û nirxên wan hezarê dolaran bin, bila sembolîk û manewî bin. Heta niha min sê roman nivîsîne û ez dibînim ku ew hêjayî xelatan e lê kî ye ewê ku xelatê bide min! Hevalên min yên nivîskar bi dehan kitêbên helbestan û çîrokan û romanan nivîsîne kê rojekê xelat daye kê! Nivîskarên ku Nobel wergirtine, berî wê milletên wan û saziyên wan xelat dane wan! 

Rêya Nobelê jî wek tu dizanî rêyeke xwaromaro ye û tarî ye. Gelek dest hene têkelî dana vê xelatê dibin di serî de destekî ideolojîk û polîtîk. Salê carekê xelata Nobelê ya wêjeyê tê belavkirin, lê bi dehan nivîskarên hêja hene ku ji vê xelatê bêpar dimînin. Ne ku yên xelat wergirtine ne hêjayê wê ne. Na lê ne her kesê ku xelat wergirt hêjaye. Ez dibînim Mehmûd Derwîş ê filestînî hêjayî Nobelê bû, lê çima wernegirt? Helbet sebebkî polîtîk heye. Nikos Kazantzakis xwediyê Zorba hêjayî Nobelê bû û her çavê wî jî lê bû, lê nedanê! Ji ber dengekî tenê nedanê û xelat dane Albert Camus ê frensî! Ji bo me kurdan jî gelek xebat divê ku em bigihin wê xelatê. Di serî de wergerandina berhemên me bi zimanên mîna ingilîzî û frensî. Stratejiyeke me ya wergerandinê nîne. Zimanê kurdî yê wêjeyê ciwan e û hêja ye, nivîskarên kurd jî hêja ne lê şêweyê belavkirina kitêba kurdî, xwendina wê û nirxandina wê gelekî li paş e loma jî Nobel hêj xewneke dûr e. Em hêj reklama kitêba xwe nizanin bikin. Li ba xelkê rewş cuda ye. Li wir çêkirina stêrkên wêjeyî heye. Çawa Superstar çêdibin wisa jî navên navdar di wêjeyê de. Weşanxaneyek dikare ji bo xwe û ji bo nivîskar reklameke gelekî baş bike. Navê nivîskarê xwe bilind bike. Ev derfet di destên nivîskar de nînin. Lê bila haya me jê hebe, sûcê weşangeran jî di her tiştî nîne, ku berhem qels û lawaz bin, weşanger jî nikare tiştekî bike, carnan tercîha xwendevanan rola mezin dilîze. Ku xwendevan kêm bin û kitêb neyê belavkirin ne sûcê weşangeran e. Yanî ku berhema min nebaş be weşangerê reben dê çi karibe ji bo min û berhema min bike? Bes e ku ew berhemê diweşînin. Divê em aloziyên ciopolitik jî ji bîr nekin. Mînakekê bibêjim. Weşanxaneya Avestayê bi sedan kitêb dane min, heta Nisêbînê gihandin. Daxwaz ew bû ku em wan kitêban derbasî Sûriyê bikin. Di rêya qaçaxçiyan re me divabû derbas bikin. Ew sedê kitêban bi mehan li malekê man, lê derfet nebû ku derbasî Sûriyê bibin. Di wan mehan de çek û silah derbas bûn, esrar û eroîn derbas bûn. Insan bi qaçaxî derbas bûn, lê kitêbên me nikaribûn sînor derbas bikin. Jixwe rêya resmî jî qedexe ye. De ka îca dê kitêba kurdî çawa belav bibe? Destên weşanxaneyan jî di vî alî de kin in. Ew nikarin bigihin sûkeke fereh. Ez her dibêjim, divê weşangerî di destên bazirganên jêhatî de be. Bazirganî yanî fêmkirina sûkê û naskirina kitêba ku dikare têkeve rewacê. Şêrînkirina xwendinê bi xelkê û peydakirina muşteriyan. Paolo Coelho nivîskarekî brazîlî ye heta tu bibêjî bes navdar e, bûye milyoner ji firotina kitêbên xwe, lê bawer bike min dema romana wî Kîmyager (O Alquimista) xwend, ez behetîm! Hema bi xwedê ne hêjayî wî navî ye. Lê reklameke baş jê re bûye ku him ew him jî weşanxaneyên li dû wî nanekî baş ji navê wî dixun. 

 

Gelekê nivîskarên kurd vegotinek klasîk bi kar tînin û giraniya nivîsê didin ser naverokê û bi naverokê dadikevin, di demê dawî de hin nivîskar jî dixwazin vê çemberê bişikînin (mînak: Tirsa bê Diran/Helîm Yûsiv, Gotinên Gunehkar/Hesenê Metê, Hêvî Her Dem Heye/Hesen Hûseyîn Denîz û niha jî Mîrname), Jan Dost li ser vê mijarê çi difikire, di lêgerînek çawa de ye û dixwaze berê vegotina wêjeya kurdî bide ku?

- Ev romanên ku te navên wan anîn, her yek cuda ye ji ya din. Yanî Tirsa bê diran ne mîna Gotinên Gunehkar e, ne jî herdu mîna  Mîrname  ne, (min Hêvî her dem heye nexwendiye). Her yek bi rengekî hatiye afirandin. Tirsa bê diran bêtir nêzîkî kûraniyeke psîkolojîk e û serpêhatiyên van deman e, Gotinên Gunehkar bêtir ber bi cîhana xewnan û paşhiş û metafîzîk ve diçe, fantaziyayeke xwerû tê de heye, lê Mîrname cuda ye. Him bi zimanê xwe him jî bi qada azadiyê ya ku ji xwe re bi dest xistiye. Ez pesnê Mîrname nadim, mixabin ez wê dinirxînim. Wek xwendevanekî dikarim wisa li van berheman binêrim. Ez jî mîna gelek dost û hevalên xwe yên romannivîs dixwazim romana kurdî bigihînim asteke bilind, zimanekî bilind biafirînim û zimanê kurmancî yê pexşanê bigihînim qada serkeftinê.

 

Ehmedê Xanî wek rewşenbîrekî mezin, dilşewat û birîndarê zimanê kurdî leqayî me dibe (ku rastîya wî jî ev e), digel ku temsîliyet di destê Mîran de bû jî, xebat, xwêdan û kûrramandin li ser hal û tevgera kurda para Xanî ye, qedirnegirtina Mîr dibe wek têkçûna “Mem û Zîn” û şikestina xeyalên Xanî. Gelo di roja îro de tevgera rewşenbîrên kurd çawa ye? Têkiliya wan bi temsîliyetê îro re çawa ye?  Bandora wan li ser siyaseta kurd heye yan na? Bi vê wateyê tu karî wê demê û dema me bidî ber hev?

- Ez ku bibêjim rewşa Xanî ji ya rewşenbîrên îro bi gelekî çêtir bû bawer bike! Mîrname ji dîrokê wê de tir  romana îro ye. Xanî û dema wî behane ne. Ez Xanî me, tu Xanî yî û her nivîskarekî dilrast Xanî bi xwe ye û nikare nameya xwe bigihîne mîr! Te behsa bandora rewşenbîran li ser siyaseta kurdî kir? Wey malava  bandora çi halê çi? Rewşenbîrên di bejn û bal û fikr û xeyala Xanî de di vê roja me de qey çar pênc heb in (ez ne yek ji wan im lê hewl didim bibim yek ji wan, dikarim bibêjim ku Ebdulla Peşêw û Ebdurreqîb Yûsiv ji Başûr du mînakên baş in). Piraniya rewşenbîrên me yên niha terî û dûvikên siyasetmedaran in. Di siya  paltoyên siyasetmedaran de dimeşin. Minafiq in û tirsonek in. Li pey hestiyan in. Berjewendiyên wan xebata herî mezin e, nikarin ji serekekî kurd re bibêjin tu xwar dimeşî. Solalês in û mixabin pêşketinên li Başûr nifşek ji ´rewşenbîran´ xuliqand  ku di sifetên heywanatan de ne. Hestîkevêj in û her li ser sifra mîr in. Xanî ne wisa bû. Di hucreya xwe de ne dûr ji koşka mîr  rexne li mîr dikirin û jê neditirsiya. Pesnê mîr wek Melayê Cizîrî nedida. Yek helbesta wî ya pesindanê nîne, ne bes weha  lê heta ku jê hatiye rexne kirine û rola xwe mîna entellektuelekî wezîfedar lîstiye. Xelk hişyar kiriye, bêtirs nêzîkî  mîran bûye. Eger ez  rewşa îro û ya dema Xanî bidim ber hev dê bibêjim berê xêra xwedê bû! Lê niha! Garana rewşenbîran e ji mîran re li def û zirnê didin. Heyf . 

 

Wê gavê em dikarin bibêjin nivîskar û kesê li berçav ê binavûdeng pir in, lê “rewşenbîr” pir hindik in, ê ku pêwîstiya rewşenbîriyê bi cîh tînin zehf kêm in?  Li gor nêrîna te “rewşenbîr” kî ye? Em karin ji kê re bêjin “rewşenbîr” an divê em ji kê re nebêjin rewşenbîr?

- Rewşenbîr ji du peyvan pêk tê, rewşen yanî ronî û vêketî, û bîr yanî hiş û mejî û fikr. Gelek nivîskarên kurd hene tarîbîr in! Negihane asta rewşenbîriyê. Rewşenbîr hindik in. Ewên ku dikarin civakê biguherin, ewên ku hêza qelema wan heye û gotina wan bihîstiye. 

Li vir  têgeha ku fîlosofê Italî Antonio Gramsci aniye holê tê bîra min. Organische Intellektuell yanî ew rewşenbîrê ku endamtiya civakê temsîl dike. Derdê wî civaka wî ye. Bi dû guherînên mezin de ye. Mînaka me Xanî ye. Ew yekî wisa bû. Derdê wî millet bû. Ji bo gelê xwe têkoşîn kiriye. Çeka wî jî qelema wî û wêje bû. Rexne û jihevxistina civakê û jinûveavakirin bû.  Bi vê pîvanê rewşenbîr kêm in. Xwedê bide internetê nivîskar gelek in.  (Nêr pirr in, mêr hindik in).     

 

Di nav gelkê gelên cîhanê de rewşenbîr rêya avakirin û meşandina jîyanê ava dikin û gel û serhilatî li ser vê rêyê dimeşin yan bi xurtiya ramana xwe wan didin meşandin. Têkiliya rewşenbîrê kurd çawa ye gelo? Tên ba hev? Ti projeyên hûn li ser diaxivin hene gelo? Çawa dibe ku rewşenbîr ti bandorê li ser siyaset û jiyanê nikarin bikin?

- Heta niha rewşenbîrên kurd nikarîbûn grûpeke hêzdar ava bikin. Ew nayêne ba hev, ku têne ba hev jî dîsa bi saya festîvalên partiya ye. Ew jî wê demê wezîfeya xwe ya rewşenbîriyê ji bîr dikin. Li pê navê xwe ne û bilûra ber guhê mîr in. Ne amade ne mîr ji xwe bixeyidînin. Rewşenbîr dikarin bandorê li ser jiyan û siyasetê bikin  lê bêdengî bi wan xweş hatiye. Tirs di civaka me de bi quloç e, quloçê tirsa rewşenbîran ji siyasetmedaran jî tûj in. Niha hêza medyayê di destê siyasetmedaran û partiyan de ya, eger hat û medyaya kurdî rizgar û serbixwe bû, perdeya tirsê tê çirandin û rewşenbîr dikare wê demê rola xwe bilîze. Mijarên gelekî xeternak hene ku nayên niqaşkirin, mijarên qedexe, sînorên bi mayin di wêje û civak û siyasetê de hene kes derbas nake, tabu hene û guhjêkirin û zimanbirrîn jî heye.

 

Çîrokbêjê Mîrnameyê giş zilam in, danûsitendin, çunûhatin, evîn û şer û linêrîna Ehmedê Xanî û Mîreka giş nêrîn û zimanê mêran in, ev hilbijartin çima gelo?  Te nikaribû hal û tevgera dewrê bi dengê jinekê jî bidana gotin (wek xuşka Xanî yan dilketîya wî)?

- Yek tenê jin e. Dilbera Xanî. Min dikaribû hemû vebêjer jî bikirana jin, ma  dê kê bi sikura min bigirta? Di rêya jinan re mirov dikare hemû hestan vebêje! Lê ev realîteya civaka kurmancan tîne ziman, jin tim di malê de ne, ancax di şîna miriyan de bigirîn û xwarina matemiyan amade bikin. Naçin ser tirban, naçin camiyan  heta  naçin sûkan jî! Lê di berhemeke mîna Mîrname de jin dikarin gelek tiştan bikin. Mîrname wisa ava bûye. Mijar hinekî idelojîk e loma jî bersiva pirsê ferehtir nakim. 

 

Jin di civaka kurd de bindesta bindesta ye, barê pirrayê jîyanê li ser milê wê ye lê dîsa jî wek ku te got: Di jîyanê de nexuya ye. Jin di wêjeyê de li kû disekine, li kû derê wêjeyê disekine, têkiliya jinê û wêjeyê bi çi rengî ye, nivîs û jin çawa li hev dinêrin, rewşa nivîskar û xwendevanê jin çawa ye? 

- Ez li pirsa jinê wisa nanêrim. Ango ne bi çavê ideolojiyê lê dinêrim. Lê mîna têgehekî felsefîk jinê dibînim. Jina ku tu dibêjî bindesta bindesta ye dikare min û te di qula gur re derbas bike. Ev hizr ji dema sosyalîzmê maye. Jin mirov e. Erê zulmeke tarîxî lê bûye û dibe jî, lê ew jî zulmeke tarîxî li xwe û civakê dike. Me got qey jina ku bi serê çiyê dikeve ji qeyd û bendên civakê rizgar dibe, lê li wir qeyd û bend in nû bi dest dixîne û dîsa jî bindestiyeke din qebûl dike. Di wêjeyê de hîn xweşik nigarê jina kurd nehatiye kişandin. Milyonek karekterên cuda hene di wêjeyê de tenê du sê karekter têne dîtin, jina canfida, dayik  û evîndara ku yarê xwe dixapîne yan jî dibe qurbana civakê û evîneke xedar. Jina qehpe, jina xwefiroş, ya karker, jina serdest, jina serberdayî  û heta dawî, nayên xuyakirin di wêjeyê de.  Dilê nivîskaran bi jinê dişewite û xwe mîna avokatê wê dibînin, piştgiriya wê dikin!  Em hîn newêrin jinê di wêjeyê de tazî bikin. Jina wêjekar jî bi xwe vê yekê qebûl dike. Hinek qelemên cesûr hene  lê dîsa jî bi zimanekî nêr dinivîsin. 

 

Romanên te ê heya niha hatine weşandin giş dîrokî ne (Kela Dimdimê, Mijabad, 3 gav û 3 darek û Mîrname) Jan Dost dixwaze bi dîrokê çi bike yan dîrok çi ji me bike?

- Dîroka me xefka herî nazik e ku li ber lingên kurdan yên kor hatiye vedan. Em dîroka xwe naxwînin, eger bixwînin jî jê fam nakin, eger jê fam bikin jî em ibret û dersan jê wernagirin. Eger me dîroka xwe xwendibûya  (ne min û te, lê serokên me, mezinên me yên li her derê  û bi taybetî yên li Hewlêr û Silêmaniyê) dê niha maddeya 140  pêk hatibûya. Dê Kerkûk û pirsa wê çareser bûbûya. Dê li Amedê zanîngeha kurdî hebûya, li Qamişloyê rojname û weşanxaneyên kurdî hebûna, û li Mehabadê jî peykerê pêşewa Qazî Mihemmed  li ser çiyayê Xezayî hatibûya durustkirin. 

Ez ne ew mirovê ku kêfa min ji toza dîrokê û mijarên dîrokî re tê, lê bi rastîyên dîrokê ve girêdayî me, ji bo em qeydên dîrokê vekin û zincîrên wê bişikînin divê em hefsarê dîrokê bixin destê xwe. Dîroka me ne em çêdikin, dîroka me li ser maseyan di odeyên tarî de çêdibe. Erê em mêr in, canfida ne û bi deh hezaran xort û keçên me hene canên xwe dikin gorî û qurban û amade ne xwîna xwe ji bo armancên xwe birijînin, lê dawiya dawî dîrok ne li gor dilê me û mêraniya me tê nivîsandin. Ez jî bi van romanan dixwazim bigihêm bersivekê, loma jî pirsan diteqînim: Rola min ew e ez bibêjim (çima)? ne (lewra).

 

Belê. Ka ku mijar hatiye ser Başûr ez pirsa rewşa wêjeya wir jî bikim. Gelo destbixwebûna Başur ti bandor li wêjeyê kir, tu deriyê derfeta ji wêjeyê û nivîskara vebû?

- Erê bandoreke mezin li wêjeyê bû. Bazirganên wêjeyê yên kedfiroş û heramxur çêbûn. Li başûr genîbûn giha wêjeyê jî. Navan nabêjim, wek min berê got ku ji min were xwestin tiştan bi elif û bê dibêjim. Tecrubeyeke min a zêde tehl bi wan re heye. Du weşanxaneyên mezin du kitêbên min weşandin lê spasî jî ji wan negiha min. Lê dîsa jî serbazên winda hene ku ji dil û can xizmeta zimanê xwe dikin. Bi her halî kaos heye lê ji nav wê kaosê gelek berhemên hêja dertên. Klasîkên me roniya çapê dîtin. Û bi sedan kitêbên ku heta niha destxet bûn hatin çapkirin û ji windabûnê hatin parastin. 

 

Niyeta te yî ku te Mîrname nivîsî û metnê ku hat holê hevdu digirin? 

- Tu carî niyet û metn li hev dernakevin. Metn bi xwe rêya xwe nas dike. Ez karekterekî dixwazim bixuliqînim, planê jê re datînim, divê wisa be, divê wisa bike, û biçe filanderê û neçe filanderê. Lê ew karekter serî dikişîne û dibêje min: De here bavo, ma ez êsîr û ebdê te me?!. Ne ku min dixwest di Mîrnameyê de mêrê bi rûpoş homosexuell be, nizanim çima wisa bû! Bi xwedê ez nizanim ew ji ku hat! Tecrubeyên min jî ne niha hene û ne jî di zarotiyê de wisa hebûn. Ka gelo ew ji ku hat?

 

Medyaya kurd bi qeysa ku dibê, cî dide wêjeyê û ziman? Xebat û tevgera medyayê li ser vê mijarê tu çawa dibînî? 

- Na heyran! Medyayeke kurdî  serbixwe qey heye! Û çima cî bide vî qumaşê ku kesek nakire; çima deriyê vê bazara kesad veke? Yên tingetingê ji têlikan tînin bes in. Dengbêjek diçe tvyeke kurdan, têra xwe pere distîne. Nivîskarek diçe, kirêya rê lê dikin quzzelqurt. Tu çi dibêjî bavo! Medyaya kurdî ya partiyên kurdan e, û partiyên kurdan jî milyonek hedefên wan heye, wêje û zimanê kurdî ne di nav de ye. Wê bibêjin tu ne rast dibêjî! Me wisa kiriye, û wilo jî kiriye. Bila bibêjin, kengî gotin bersiva wan didim û bi elif û bê her tiştî dibêjim. Hinek cihê nefesê ji wêjeyê re li ba wan heye, lê dîsa jî sînorên kirêt hene, naxwazin filan were ji ber ku ne ji fikra wan e, bila fila neyê ew (Sîxur) e. Heta destê partiyan ji ser medyayê ranebe dê wêjeya kurdî bi rengê xwe yê rastînî neyê eşkerekirin. 

 

Gello dibên: Hey ku hûn digel pirtûkên xwe tembûrekê jî nexin destê xwe em nikarin we dawetî bernama bikin, yan çend slogana li ser mezinantiya serokên partiyan navêjin em newêrin ba we kin û qala wêjeya kurdî bikin, nivîskarên kurd ger berê xwe bide tvya kîjan gelan, yan hêviyê ji kê bike, dibe ku ev rewşa ha, hebekî jî ji qelsîya “rewşenbîra” be?

- Binêre ez tiştekî bibêjim. Em kurd nizanin ji hev hez bikin û nikarin wêje û siyasetê ji hev cuda bikin. Wê rojê emailek nenas ji min re hat. Yekî tê de behsa televizyoneke kurdî ku dê nêzîk vebe kiribû, sed hezar sixêf û gotinên pîs gotibûn. Çima! Nizanim, dibêje tvyeke ajanan e! Bi xwedê CIA jî nikare wisa hukman bide. Ez ji hemû tvyên kurdî re xêrê dixwazim û heta ji min tê pêşniyaran ji bo wan dibêjim ku xwe pêş bixin. Tvyên kurdan mixabin wek dikanên qeyseriyekê ne, her yek a yekî ye, û ji dikana li rex xwe diqehire û hesûdiyê dike. Wisa ne civak ne siyaset ne jî wêje pêş dikeve. Hesûdî hinekî tê fêmkirin, durust e jî ku hesûdî bibe rêya xwepêşxistinê, lê zimanê tehdîdê û tu hevalê xwe bikî ajan ji ber ku ne mîna te difikire ev tiştekî xeternak e û bingeha fikreke faşîst di civakê de datîne ku divê em hemû li ber rawestin û protesto bikin.

Mesela nivîskar ku divê tenbûrê jî bi xwe re bibe festîvalan rast e. Xweziya min zanibûya tingting ji têlikan bianiya, yan jî dengê min zelal bûya! Mixabin li hemû dunyayê û di hemû zemanan de wisa ye... Em nabêjin bila milyon li pê me biqîrin. Jixwe wisa nebûye û nabe jî. Sebebê vê jî wêje hinekî asteke bilind ji hişmendiyê dixwaze, ew jî peyda nabe. Cotkar dikare li ber cotê xwe, karker li ber aletê, û pîrek li ber qirşkişandinê guhdariya stranbêjekî bike. Lê romanek  ku derdikeve ne her kesek dikare bixwîne. Dîsa jî civaka me ji vî alî de li dawî ye. Divê em di medyayê de hinekî din qada wêjeyê fereh bikin. Ji bo me wêje  dermanekî rûhanî ye.

 

Mem û Zîn negihaştina evîndara ye, şêxekî wek Xanî; ku di gel aliyê wî yî rewşenbîrî heye jî aliyê wî yî tesewwûfî jî giran e û dîsa nêzîkbûna evîndara normalîze dike. Şêx Xanî di Mîrnameyê de jî meyxurkî (Teymurê Fasiq) dike heval ji xwe re. Erotizm, di wêjeyê de nigekî jîyane ye û te jî di Mîrnameyê de ev nig di jîyana Zilamê Rûpoş de bi kar aniye û erotîzm di nabeyna zilama leqayî me dibe. Ev hilbijartin tesadufî bû (ji bo kujertiya Zilamê Rupoş bide izahkirin) yan dixwaze tiştnî din bi xwendevan bide ramandin û zanîn? 

- Na bi xwedê wek min berê jî got, nizanim çima ew mêr (qûnek) e. Ez bi rastî dibêjim. Dikarim niha bi derewan  felsefeyekê ji vê meseleyê re bihûnim, lê wisa bû  nizanim çima. Qey yek caran xeyal yekî dajo ber bi rastiyan ve.

Lê ji bo beşê pêşîn ji pirsa te dikarim bibêjim ku min bi qesdî ew mirovê Meyxur (Teymûrê Fasiq) kire dostê Xanî. Mutesewwuf wisa ne. Dilfereh in. Her kesî nêzîkî xwe dikin tenê zaliman na! Li ba wan kesekî ku fasiq be nîn e, her kes ibadeta xwedê dike. Heta kesên ku di pûtxaneyan de ne û perestiya keviran dikin jî, kesin zikrê xwedê dikin. Şêxekî mezin û mirîdên xwe di ber çemekî re dibuhurîn. Di çem de komek ji keçik û xortan xwe dişûştin  û bi hev şa dibûn. Mirîdekî got şêx: Ezbenî ka nifirekê li van fasiqan bike, ew ji dîn derketine.  Şêx destên xwe ber bi ezman ve bilind kirin û got: Ya rebî tu van evdên xwe mîna ku li vê dinyayê li wê dinyayê jî şad û kêfxweş bikî. Ma te di Mem û Zînê de nexwend bê çawa Xanî ji xwedê dixwaze yekî tenê ji benîadem navêje nav agirê dojehê? Yanî ew dibêje gawiran jî ji agir biparêze. Xanî tolerant û vekirî ye. Evînê mîna ciwantirîn têkiliya di nava mirovan de dibîne, loma jî  bê fedî behsa têkiliya jin û mêr kir. Ew çawa bavê kurdayetiyê ye, bavê erotîzma kurdî ye jî. Ez li pê wî çûm.

 

Li gor metnê Mîrnamê rastîyek eşkere tune, yan em bêjin rastîyek bi tenê tune (mînak, hibr dibe ku bariya be jî û dibe ku nebariya be jî, Xanî dibe ku hatibe kuştin jî û dibe nehatibe kuştin jî hwd.) ,ev vegotina bi wî rengî xwendevan bi tena xwe dihêle û wek ku dibêje tu çawa dixwazî wilo bifikire? Tu dixwazî ku walahiya xwendevan dagire? Tu dixwazî ku têkiliya xwendevan û metnên te çawa be?

- Berhem  ku çap dibe, ji destê nivîskar derdikeve û dibe milkê xwendevan, xwendevan bi xwendina xwe tekstê ji nû ava dike, ango xwendin  bi xwe jinûveafirandina tekstê ye. Di sêkoşeya (Nivîksar-Tekst-Xwendevan) de, yê herî girîng xwendevan e. Loma jî ne nivîskar ne jî berhem dikarin rastiyê bi temamî bibêjin. Xwendevan bi xwe rastiya tekstê diafirîne, bi xwe ava dike û ew teksta ku xwendevan dixwîne tu carî ne ya ku nivîksar nivîsiye ye. Loma jî gelek caran xwendevan û nivîskar li hev nakin. Tu dibêjî te wisa nivîsiye, ez dibêjim: Na, min ne wisa nivîsiye. Zaroka piştî ku ji zikê dayika xwe dikeve, bi tu awayî ne ew zaroka ku berî çend saniyeyan di malzarokê de bû, dibe ku dayik bibêje na ev zaroka min e, min neh mehan ew di zikê xwe de hewandiye. Lê yên li dorê ne bi çavê dayikiyê û xwedîtiyê lê dinêrin, bi çavekî din lê dinêrin. Ez dixwazim xwendevan min bi xwendina xwe bikuje! Yanî min tune bike û tenê li ber tekstê bisekine. Teksta ku min afirandiye, ji dest min bigre û bi xeyalê xwe, bi hizrên xwe wê ji nû ve ava bike. Bi vî rengî ew dikare alîkariya min û afirandina hin berhemên din jî bike. Lê ku xwendevan min û teksat min ji hev cuda neke, wê demê ew min dixapîne.

 

Ku bi destûra te be ez dixwazim ku sêkoşeya te bikim çarkoşe û rexnegir jî di neqebek wan de rakim. Rexnegirê wêjeyê kare çi wezîfê bi kar bîne di nabera van hersê tişta, tunebûn yan qelsiya rexnekirina wêjeya kurdî pirsgirêkên çawa derdixe, bandorek çawa li wêjeyê dike?

- Ez bi xwe sêwîtiya wêjeya kurdî vedigerînim sebebekî esasî ew jî tunebûn an kêmbûna rexnegiran e. Heta niha ev kategorî di civaka wêjeyî de ne zelal e. Nivîskar him afrêner e him jî rexnegir e. Rexnegirê ku ez qala wî dikim jî divê yekî têgihiştî be û xwediyê lêkolînên ciddî be. Tunebûna rexnegiran jî vedigere qelsiya pexşanê di zimanê kurmancî de. Niha  baştir e, pexşan  hêdî hêdî dikemile û rexnekarek dikare bi zimanekî akademîk  kitêbekê li ser mijarên rengareng binivîse. Ez wek nivîskarekî pirr li ber xwe dikevim gava ku romaneke min derdikeve tenê du heb sê heb nivîsan li ser wê dibînim. Çavê min lê ye ku fêm bikim bê ka kitêba min çawa bû, di ku de xurt bû di ku de qels bû, wisa ez her û her pêş de diçim. Ez bi xwe ji rexnegiriyê hez dikim, min jî ev wezîfe berê dît, loma jî niha qet ji rexneyan aciz nabim. Mixabin di civaka me ya bingeha wê feodalî ye de  hêj rexnegirî mîna eybekê ye, nabêjin rexne dibêjin: Devavêtin! Civaka kurdî civakeke dişibihe goleke sekinî, nayê çelqandin loma jî tirs ew e ku ev gol genî bibe. Min berê jî gotibû, ku Mem û Zîna Xanî di civakeke din de bûya wê ji deh salên ewwil de  nirxandina wê bihata kirin, Xanî du sed salî ma heta ku hate naskirin û êdî kitêba wî rola xwe lîst. 

 

Di webêjeyê de û di jiyanê de rastiyên Jan Dost çi ne, felsefeya jiyana Jan Dost û nivîskariya wî çi ye?

- Rastiya herî mezin û ya tek û tenê ku ez pê bawer im ev e: Tenê rastiyek heye, ew jî tu kes bawer nake, Mirin! Ez di hemû romanên xwe de nêzîkî mirinê dibim. Dixwazim vê mijarê tev bidim. Di gel ku ew ji hezarê salan de mijareke hatiye cûtin û kayîn. Te bala xwe dabê, Mijabad li ser kesekî ye ku êdî dengê mirina wî mîna zengilekî li ber guhê wî ye. 3gav û 3darek jî li ser yekî li ber benê idamê ye. Mîrname jî li ser yekî ye ku tê gumankirin ew hatiye jehrdayîn û hindik maye bimire. Ez dixwazim vê rastiyê bibêjim: Em dimrin ne dijîn. Min di danasîna xwe ya di pêşiya romana Mijabad de jî wisa gotibû: Ez li Almanyayê dimrim. Ji ewqas nivîsên min xwendine, ji ewqas kitêbên ku min rûpelên wan qulibandine ez li ber vê hevokê tenê ji dil û can hejiyame, ew jî di Tewratê de ye, dibêje: Her tişt vala ye mistek ji ba ye!

Mirinê tu tahm ji min re di jiyanê de nehiştiye.

 

“Mirinê tu tahm ji min re di jiyanê de nehiştiye” û “ez li Almanyayê dimrim” (ne dijîm) du hevokê  pir balkêş in, tu karî hebekî vêya ji me re vekî, çima  “ez li Almanyayê dimrim” û ne dijîm, çima mirinê tu tahm ji te re nehiştiye?

- Di jiyana min de, mirina kesên herî nêzîkî min bandoreke bi şewat li min kir. Di serî de mirina diya min ku ez ji binî de hejandim û hişt êdî bibim insanekî reşbîn û nema karibim xweşik bikenim. Piştî mirina wê ez sal û nîvekê nekeniyam. Nîvê şevê weke dînan diçûm goristanê û li ser tirba wê dimam û difikirîm. Min digot ne rast e, ew nemiriye. Min mirina wê bawer nedikir. Êdî malbata min ji dînbûna min tirsiyan. Piştre pismamekî min û hevalekî min î herî nêzîk di taxê de, li serê çiyê şehîd ketin, bavê min mir, birayê min ê ji min biçûktir û bavê du zarokan di qezayeke trafîkê de mir. Pismamên min yên ciwan sê çar heb mirin, yekî 16 salî xwe kuşt. Xwarziyekî min î ku min gelekî jê hez dikir û di temenê min de bû ji nişkê ve mir. Sê biraziyên min ên biçûk li pey hev mirin. Ez û mirinê rû bi rû bûn. Ez bi xwe jî di leşkeriya ku min li Lubnanê di nav hêzên artêşa Sûriyê de kir, rastî mirinê bûm. Ketim nav êtûna şerekî dijwar û gulle 50 cm dûrî serê min ket, ez birîndar bûm. Min hevalên xwe yên kuştî jî dîtin. Min mejiyê wan yê di kumên hesinî de herikî û kurmî jî dît. Van bûyeran hişt ku ez bêtir di mirinê û felsefeya wê de biramim. Berê hingî ez dîndar bûm, jiyana piştî mirinê teseliyek bû ji min re, lê ku ez ji xelekên diyanetê dûr ketim û demekê bi ser fikra Marksizmê ve bûm, bêtir mirinê ez bi xwe mijûl kirim. Ez ji mirinê natirsim lê jê nefret dikim. Ricayek min ji mirinê heye, ku hat bila bi dizî û ji nişkê ve were, bila xwe şanî min neke, bila nebe mêvanê nivîna min. Loma jî ez gelekî ji teyareyan ditirsim, dibêjim ku li jor qeza bibe dê zanibim êdî tême xwarê û dimrim. Işkenceya mezin ew e dema li teyareyê siwar dibim. Rojekê tenê nikarim dûrî mijara mirinê bikevim. Wek nexweşiyeke psîkolojîk e, ku şahî û dawet çê dibin ez xemgîn dibim û dibêjim heyfa vê şahiyê ku dê mirin hemûyî bide ber xwe.

Ji ber vê jî ez her dibêjim ku rûmetdayinek ji bo min hebe bila di jiyana min de be. Naxwazim kesek li dû mirina min nivîsan li ser min binivîse û salvegera min li dar bixe, ew dê hestiyên min nerihet bikin. Ez dixwazim  madem ku ev jiyan bûye para min, hinek şahî  ji bo min tê de hebe. 

 

Bi rastî vêqes têkiliya bi mirinê ji yekî re pir zehmet e, ji bilî xemgîniyê ramandina te ya li ser mirinê te gihand ku? (Îdî tu mirinê ji nêzîk de nas dikî) Mirin çi ye, tiştekî çawa ye, divê em çawa nêzîkî wê bibin?

- Mirin wek min gote te rastiya ku nayê bawerkirin. Rastiya tek û tenê ye. Hîn ji dema Gilgamêş de ew bûye mijarek ku wêjevan û pêximber û fîlosof li ber radiwestin û nikarin wê ji hev derxin. Rastiyeke ku nayê fêmkirin.  Min çel sal derbas kirine, ez wisa dibêjim, jiyan deynek e mirov dide, min jî heta niha nîvê deynê xwe bêtir jî daye, ev nîvê mayî jî  diyare dê bi qiriktehlî bidim. Helbestvanekî erebî navdar heye, navê wî Ebûl Elayê Meerî ye, berî hezar salî jiyaye, ew di helbesteke xwe de dibêje:

Ez im paçikê ku bi erdê ve tême dirûtin, de min bidrû ey terziyê gerdûnê! 

Ez ji wan kesên ku di mirinê de nafikirin dihesidim. Dibêjim xweziya ez jî wisa bûma min dê tehmek ji vê jiyanê kiriba, minê çêja wê dîtiba lê heyhat heyhat.

 

Ez dixwazim hebekî jî ku tu qala jiyana penaberiyê ji me re bikî, di nav ciwanên kurd de çûbûna Ewrûpayê bû ye wek evînekê, gelkê nivîskarê me jî li derveyê welat dijîn, di quncika te ya Dîyarnameyê de min nivîsek te ya kin a dilşikestî li ser jîyana penaberiyê xwendibû, têkiliyê we û bîyaniyan çawa ye gelo, hûn û biyanî bi çi çavî li hev dinêrin?

- Min jî da pey vê xewna derewîn. Min digot qey sebebê aciziya min ew ax û ew civak e. Min xemên xwe jî bi xwe re anîne vê xurbetê. Ez nikarim ji bo kesekî bibêjim berê xwe nedin van welatan. Wela

Author: Jan Dost
Language: Kurdî (Kurmancî)
Related links to "Mîrname"
Read, write and discuss reviews... more
Customer evaluation for "Mîrname"
Write an evaluation
Evaluations will be activated after verification.
Please enter these characters in the following text field.

The fields marked with * are required.

Verfügbar
Mijabad
Mijabad
€5.90 *
Wenig auf Lager
Verfügbar
Wenig auf Lager
Wenig auf Lager
Wenig auf Lager
Wenig auf Lager
Wenig auf Lager
Wenig auf Lager
Wenig auf Lager
Wenig auf Lager
Wenig auf Lager
Verfügbar
Verfügbar
Wenig auf Lager
Wenig auf Lager
Wenig auf Lager
Verfügbar
Wenig auf Lager
Wenig auf Lager
Verfügbar
Wenig auf Lager
Wenig auf Lager
Wenig auf Lager
Wenig auf Lager
Wenig auf Lager
Mem and Zin
Mem and Zin
€15.90 *
Wenig auf Lager
Verfügbar
Wenig auf Lager
Wenig auf Lager
Wenig auf Lager
Ausverkauft
Wenig auf Lager
Verfügbar
Verfügbar
Verfügbar
Verfügbar
Verfügbar
Verfügbar
Verfügbar
Wenig auf Lager
Verfügbar
Ausverkauft
Wenig auf Lager
Wenig auf Lager
Wenig auf Lager
Viewed