Zarokên Ber Çêm - CIWANMERD KULEK

Zarokên Ber Çêm - CIWANMERD KULEK
€8.95 *

Prices incl. VAT plus shipping costs

Ready to ship today,
Delivery time appr. 1-3 workdays

  • ZZN10578
Ciwanmerd Kulekê ku nivîskarê romanên bi navê Nameyek Ji Xwedê Re (Lîs-2007) û Otobêsê... more
Product information "Zarokên Ber Çêm - CIWANMERD KULEK"

Ciwanmerd Kulekê ku nivîskarê romanên bi navê Nameyek Ji Xwedê Re (Lîs-2007) û Otobêsê (Lîs-2010) bu bi romana xwe ya  Zarokên Ber Çêm, derket pêşberî xwendevanê xwe.

       Çîroka Zarokên Ber Çêm, ji dema dawî ya Osmaniyan dest pê dike. Postevanê ku fermana Sultanê Osmaniyan tîne ji Mîrê Hekariyan re, di rê de nexweş dikeve û piştî ku ji hêla hekîmê mîrê Hekariyan Mîrza Hekîm ve tê dermankirin, fermanê bincilik dike. Mîrza Hekîm û malbata xwe koç dikin herêma Mêrdînê û li wir bi cî dibin. Çîrok bi evîna keça Mîrza Hekîm, Koçerê û xortekî gundê ku Mîrza Hekîm konê xwe lê vegirtibû didome. Çîrok bi vegotineke ji çavên kesê yekemîn lê bi zimanê kesê sêyemîn berdewam dike, tê heta roja îro. 

  Romana ku bi devê zarokan hatiye nivîsîn a çîroka nod salên malbateke Kurd vedibêje, her çi qasî çîrokeke takekesî be jî bûyerên girîng yên mîna serhildana Şêx Seîd, Serhildana Dêrsîmê, Komara Mahabadê, Girtîgeha Amedê, şerê Kurdan yê dawî ew xemilandiye.

Çîroka Zarokên Ber Çêm, bi zimanê xwe yê henûn,  ji dil, xwerû û dewlemend ku her xelekeke wê li bin çengê meseleyeke civakî dikeve û him bi çîroka xwe him jî bi vegotina xwe qadeke nû li ber romanhezan vedike. 

Çîroka Zarokên Ber Çêm, çîroka yên li benda wendayiyên xwe ye. 

Zarokên Ber Çêm, Ciwanmerd Kulek, roman, 408 rûpel, sermawez 2012 Weşanxaneya Lîs, Amed,

Author: Ciwanmerd Kulek
Pages: 405
ISBN-13: 9786054497522
Language: Kurdî (Kurmancî)
Related links to "Zarokên Ber Çêm - CIWANMERD KULEK"
Read, write and discuss reviews... more
Customer evaluation for "Zarokên Ber Çêm - CIWANMERD KULEK"
Write an evaluation
Evaluations will be activated after verification.
Please enter these characters in the following text field.

The fields marked with * are required.

Viewed