
Gemal - Xusrew Caf
Ji Soranî bo Kurmancî:
Sikriya Salih-Firat Kelehkî
Çapa Yekem: 2004
ISBN: 975863741X
19.5x13, 184 rûpel
Bawer bike ku serê xwe li ser mil û gerdena xwe nerm nerm dilebitand û hino hino bêhna gerden û bin guhê xwe dikir û bêhna çend mûyên xerman î zêrîn ên zulfên perîsan û pistrastbûn ji çavê xwe yê zîq bi difre vedikir û tiriya xwe nerm û nazik di ser sing û berê xwe yê qelew û gilover ê bi gost re dibir û dianî… min digot, sed xwezî bi wî… bi naz û nîmeta wî û bi rêz û hurmeta wî…
Gemal kudikê berê wan jana ye, Gemal sevbuhêrka tirs û taliya wê demê ye, Gemal neynika sîneke bêdeng û wê xemê ye.
Ez bi te re me… Ev roj gelekî bi derd û azar im, ev jîn pir bi hetk û miskile ye… lê belê ji bîra te neçê her çawa be kevir di ciyê xwe de giran e…
Author: | Xusrew Caf |
Language: | Kurdî (Kurmancî) |