Heftiyeke dirêj li Amedê - Fawaz Husên

Heftiyeke dirêj li Amedê - Fawaz Husên
€4.95 *

Prices incl. VAT plus shipping costs

Ready to ship today,
Delivery time appr. 1-3 workdays

  • ZZN10850
Frequently Bought Together

Total price: €11.95 *

Heftiyeke dirêj li Amedê - Fawaz Husên (Roman)  ISBN: 978-605-9082-41-9 ... more
Product information "Heftiyeke dirêj li Amedê - Fawaz Husên"

Heftiyeke dirêj li Amedê - Fawaz Husên

(Roman) 

ISBN: 978-605-9082-41-9 

13x19.5, 176 rûpel

Ferzendê pêncî salî nîvê temenê xwe li Parîsê dibihurîne û vedigere bajarê xwe Amûdê li Rojavayê Kurdistanê û Sûriya di nava agirên Bihara Ereban de. Ew bi balefirê diçe Tirkiyê da ku ji wê derê ber bi basûr û sînorê bi zeviyên mayînan û têlên direyî ve dakeve. Ew ji herkesî re dubare dike ku ew amûdî ye û armanca wî ew e ku seveke sax li ber sînor bimîne, li lempe û ronahiyên bajarê xwe temase bike û di kû re zirav dibe bil adi wir re biqete. Pistî Stembolê, ew diçe Amedê, paytexta Kurdistana Bakur. Ew heftiyekê li bajarê dîrokî dimîne, rastî besekî mezin ji dîroka kurdên bakur di nav sî salên dawîn de tê û bi taybetî tê digihîje ku çend kes li nava kelehê ji nasnameya wî ya kurdekî binxetî bawer nakin û wî weke mirovekî din dibînin. Pistî ku derdekî mezin ji ser dilê xwe dide alî, ew diçe Mêrdînê, li ber sînor radiweste, lempeyên Amûdê dibîne û dide ser axa nerm a hemû niyaz û metirsiyan. Wê gavê, ew digihîje pengava dawîn a rêwîtiya xwe û pêrgî demên çi sêrîn çi xemgînbar ên zaroktiya xwe ya li Kurdistanê tê.

Berhema di nav destên we de ne bîrname, ango ne jiyana nivîskarê xwe ye. Bûyerên wê di legana xeyalan de hatine vestirandin û pêwendiya wan bi rastiyê ve tune. Tenê Amed rastiya rasteqîn û lehengê serekîn e, Ameda bi beden û bircên kevnare, bi pirsa kurd û Kurdistanê û man û nemanê, bi germa havînan û helîkopterên hergav di asimanan de, bi Pira Dehderî û çemê Dicleyê ku li jêra bexçeyên Hewselê çiveke xwedayî dide xwe. Amûdê jî bi rastî heye û lehengê duyem e. Ew li Rojavayê Kurdistanê bi du tistan navdar e: xwînsêrîniya sêniyên xwe û birînên dijwar ku neyaran, çi ji kurdan, çi ji biyaniyan, di canê wê de vedane. Eger hin kes xwe di van rûpelan de bibînin, ev yek ê berî her tistî tesadufî, lêhatinî be û pasê nîsana serkeftina romanê û gerdûniya mijara wê be. Ma kê ji me rojekê ji rojan xwe di kesên weke Odîseos, Don Kîsot, Mem û Zîn, Rustemê Zal, Mîrza Mihemed, Mîrzayê Piçûk an Biyaniyê Albert Camus de nedîtiye? Heftiyeke dirêj li Amedê romana Amed, Amûd û ûmîdê ye.

Author: Fawaz Husên
Language: Kurdî (Kurmancî)
Related links to "Heftiyeke dirêj li Amedê - Fawaz Husên"
Read, write and discuss reviews... more
Customer evaluation for "Heftiyeke dirêj li Amedê - Fawaz Husên"
Write an evaluation
Evaluations will be activated after verification.
Please enter these characters in the following text field.

The fields marked with * are required.

Lehî Lehî
€5.90 *
Qalik Qalik
€5.90 *
Viewed