Berbejna Rê - Lal Laleş

Berbejna Rê - Lal Laleş
This product is currently not available.
€3.50 *

Prices incl. VAT plus shipping costs

Delivery time approx. 21 working days

  • ZZN11163
Li hemberî bayê demê, ji bo nifşê nû ji nû ve Berbejna Rê ya Lal Laleş! “Helbestkarên... more
Product information "Berbejna Rê - Lal Laleş"

Li hemberî bayê demê, ji bo nifşê nû ji nû ve Berbejna Rê ya Lal Laleş!

“Helbestkarên pakrewan – negotin –

Lê Jan û Arhana xwe li kîteyê kutan –

Da dema ku navê wan ê nemîn bitevize –

Feleka wan a xayîn Hinekan xurt bike –”  

Helbestkarên Pakrewan – negotin –, Emily Dickinson 

Weşanxaneya Lîs a ku ji sala 2004’an û vir ve ye li Amedê di warên berhemên telîf û wergerê de bi karên xwe yên berfireh ên weşandin, çapkirin û belavkirina berhemên bi Kurdî berdewam e, heta niha wergera çendîn berhemên nivîskar û helbestkarên cîhanê yên gewre yên wek William Shakespeare, William Blake, Emily Dickinson, R. L. Stevenson, Charles Lamb, William Faulkner, John Steinbeck, Franz Kafka, Stefan Zweig, Marguerite Duras, James Joyce, Gabriel Garcia Marquez, William Saroyan, Juan Rulfo, J. M. Coetzee, Yaşar Kemal, Harry Martinson, Selma Lagerlöf, Mikael Niemi, Äsa Lind, Sema Kaygusuz, Jaklin Çelik, Leylâ Erbil, Müge İplikçi, Murathan Mungan, A. Hicri İzgören, Ahmet Telli, Şükrü Erbaş, Mehmet Çetin, Mustafa Köz, Hasan Bildirici û Selîm Berekat û devîdevî 200 berhemên nivîskarên Kurd weşandine, vê carê bi rêya ji nû ve weşandina berhemine sereke yên van bîst û pênc salên bihurî dest bi vejandina kelepora wêjeya Kurdî ya nûjen dike. Sebaret bi vê yekê jî, piştî 11 salan Lîsê çapa duyem a berhema pêşîn a helbestan a bi navê Berbejna Rê ya Lal Laleş weşand. 

Wêjeya Kurdî wêjeyek e, ya ku nemaze di çeşnê helbestê de xwedana keleporeke nivîskî ya dewlemend a çi bigire hezar salî ye, ji Bilûra Min a Celadet Alî Bedirxan, ji Gulfiroşa Cegerxwîn, ji Basên Bêrûdê ya Reşîdê Kurd, ji Gula Sor a Qedrî Can, ji gelek helbestên Evdila Goran, Fêrîkê Ûsiv, Şikoyê Hesen, Rojen Barnas, Arjen Arî, Berken Bereh, Şêrko Bêkes, Evdila Peşêw, Ehmed Huseynî û gelek navên din û vir ve ye, digel asteng û berbestên sedsala XX., wekî zincîreyeke xas a poetîk pê berdewam e xwe gurc û pêç dike, xwe ji nû ve diafirîne, şitafekê dide xwe û li kelepora Kurdî ya helbestê ya dêrîn û ya cîhanê zêde dibe. Ne cîyê gumanê ye ku di vê geşedana berfireh û rûdana mûcîzeyî de yên rêxweşker û damezirîner kanonên me yên serdema klasîk in, ên ku Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Feqîyê Teyran, Hecî Qadirê Koyî bi xwe ve digirin. Li nik vê dîyardeyê, mebest bi vê yekê Kurmancî be, piştî vê serdema zêrîn a kanonî, ji serê salên 1990’î û pê de qonaxeke terr û teze û berfirehtir li ber helbesta Kurdî vebûye, ku gelek nûser û edîbên Kurd hevbîr in li ser wê yekê, êdî bi navê xwe Nifşê 90’î yan jî Nifşê Rewşenê tê zanîn, a ku di her pêpelingeke qonaxa xwe de her wisa jî kartêk û tevkarîya beşa dîasporaya Kurd a li Stockholmê, kovara Nûdem, û çendîn civat û cimaetên wêjeyî yên mayîn mandel nekirîye û geşedana wan jî ji milkê xwe zanîye. Li dû vê destnîşankirinê, êdî îro reng e bi rihetî bê gotin ku di warê helbestê de Selpakfiroşa Kawa Nemir, Janyaya Rênas Jîyan, GulûCinûKavila Osman Mehmed û Berbejna Rê ya Lal Laleş çend ji berhemên rêxweşker in li ber qonaxa ku helbesta Kurdî ya nûjen hatîyê û tê re derketîye.

Li gorî ku Lîs dide xuyakirin, Berbejna Rê ya ku çapa wê ya pêşîn di sala 2003’yan de li Amedê, ji alîyê Weşanên Belkîyê ve hatibû kirin, ji mêj ve bû di pirtûkxaneyan de peyda nedibû, lewma jî bi çapeke birêkûpêk, bo cara duyem, piştî 11 salan hat çapkirin da ku ji nû ve bikeve refikên pirtûkxaneyan û nifşê nû yên xwînerên helbesta Kurdî bikaribe beşeke girîng a kelepora helbesta Kurdî ya vê serdema zêrîn a dîyarkirî bixwîne.

Lal Laleşê helbestkar, wergêr, weşanger di sala 1975’an de li Qosera Mêrdînê ji dayîk bû. Zankoya Dîcleyê, Fakûlteya Perwerdeyê, Beşa Dîrokê kuta kir. Di navbera salên 1993-2006’an de li şanoyên bi navên Tiyatro Anadolu, İmgesel Düşler û Teatre Orient wekî dramatûrg, rejîsor û rêveberê hunerê yê giştî xebitî. Di sala 2004’an de li Amedê li gel çend helbestkar û nivîskarên Kurd wî Weşanxaneya Lîs damezirand, ku niha li tevahîya bakurê Kurdistanê û Tirkîyeyê yek ji dezgehên weşandin, çapkirin û belavkirinê yên sereke ye. Laleş niha li Weşanxaneya Lîsê wekî gerînendeyê giştî yê weşanê bi xebatên xwe berdewam e.

Heta niha berhemên wî yên helbestê yên bi navê Berbejna Rê (helbest, Weşanên Belkî, 2003), Deqên Qesas (helbest, Weşanên Lîs, 2009), Matmayînên Ronyayê (helbest, Weşanên Lîs, 2011); wergerên wî Barûdî (Küçük İskender, helbestên bijartî, Pirtûkxaneya Piya, Avrêla 2003’yan), Gul e Rojhilata Rûyê Te / Yüzünün Doğusu Gül (Ahmet Telli, Weşanên Lîs, Avrêla 2005’an), Bêbaran / Yağmursuz (A. Hicri İzgören, helbest, wergera wê li gel Yaqob Tilermenî, Weşanên Lîs, Kewçêra 2005’an), Efsirî / Üşüyen (Sema Kaygusuz, kurteçîrok, Weşanên Lîs, Gelawêja 2007’an), Balgîfa Mar / Yılan Yastığı (Murathan Mungan, helbest, wergera wê li gel Îrfan Amîda, Weşanên Lîs, Gulana 2007’an), Pûşpera Gêlazan / Kirazların Haziranı (Mehmet Çetin, helbest, Weşanên Lîs, Gulana 2007’an), Mirin Di Xewê De Bû / Bêpar, Cuma Boynukara, şanoname, wergera wê li gel Rêzan Tovjîn & Fehîm Işık, Weşanên Lîs, Reşemîya 2010’an) û Ayetên Li Can Nivîsandî (Yavuz Ekinci, roman, Doğan Kitap, Avrêla 2011’an) hatine weşandin.    

Weşanxaneya Lîs ji bo nifşê nû Berbejna Rê ya Lal Laleş ji nû ve û bi serbilindî pêşkêşî xwînerên serdema me dike, ya ku dibêje:

“Ez dizanim rêya min dûr e heft tebeqeyên bi lîr û lûr e. Ne xem e, ne xem va ye ez li tebeqeya yekem dilîrînim! Berbejna min nedawî bû. Nema sêhra qehra min Waweylê porê min diweşe. Tifîîî! Axirzeman ax diçe devê min ê bêdewran. Ji çewlika mêjîyê min xezel diteriqin ji esmanê devê min, pelçimok difirin, dibilîne her tebeqe dengê dilê min.”

Berbejna Rê

Lal Laleş

Helbest, … rûpel

Çapa duyem, Kewçêra 2014’an

Weşanxaneya Lîs, Amed

Author: Lal Laleş
Pages: 98
ISBN-13: 9786059014090
Language: Kurdî (Kurmancî)
Eigenschaften: "Berbejna Rê - Lal Laleş"
Author: Lal Laleş
Pages: 98
ISBN-13: 9786059014090
Language: Kurdî (Kurmancî)
Read, write and discuss reviews... more
Customer evaluation for "Berbejna Rê - Lal Laleş"
Write an evaluation
Evaluations will be activated after verification.
Please enter these characters in the following text field.

The fields marked with * are required.

Viewed