Deqên Qesas - Lal Laleş

Deqên Qesas - Lal Laleş
This product is currently not available.
€3.50 *

Prices incl. VAT plus shipping costs

Delivery time approx. 21 working days

  • ZZN11176
Helbestkar Lal Laleş, bi xebate xwe ya dawî ‘Deqên Qesas’ peyvê dike bêra vepexirtina bîra me, û... more
Product information "Deqên Qesas - Lal Laleş"

Helbestkar Lal Laleş, bi xebate xwe ya dawî ‘Deqên Qesas’ peyvê dike bêra vepexirtina bîra me, û her deq’î, her deqê bîra jibîrbûyî dixe dewla hişê me û dike ku serê me geh li vî dîwarî bikeve, geh li wî dîwarî .

A seyr ew e ku her du dîwar, bi qasî ku dikarin bibin ser û binê bîra deqan, dikarin vekin du dîwarên ku li hemû deqan hatibin hev û nehêlin ku ne bikaribin ji bîrê derkevin, ne jî di bînê bîrê de biqeliqin, bilivin.

Pêşîyên xweşbêj çendî gotibin ‘Me bext neda bi text’ jî; Lal Laleş ji nava 24 ‘Deqên Qesas’ 22 Deqan di navbera deqa bext û deqa text de bi cih dike û piştî Deqa Bextê Reş, me dadihêje binê bîrê:

”Med ji hespê hezkira wan hez kirin

Wan em ji zêrzemîna zêmara me kirin

Hespa Şê binefşê

Biborîne!

Me bi destê xwe hûn xistin ber erebeya şer*

Û şer hê jî didome, hem jî bi hemû dijwariye xwe.

Û ka kî zane ku dê çeng şox û şepal têkevin ber erebeya şer?

Û şer hê jî mezintirîn bîr û birîna me û ya dijminê me ye!”

Lal Laleş ê ku di vê xebata xwe de berê xwe dayê hêsan-vebirîna deqên birîna bîrê; di birîna bîrê de ji bilî Deqa Kawa; bi yê El Cizîrî, Xanî, Feqî re yê Celadet Bedirxan û birekî hêjayên din û zeman û jiyana rasteqîn a ku em niha tê de ne jî wekî deq hildibijêre:

”Komeke ciwan, komek kal û çend sûtal

Li ber bedenê li ser kursiyan

Li lavlavkên bi sûran ve radiperilike dinihêrin

Li nik wan şeqşeqa tewla

Hîrêhîra hespên sedrencê

Ava sûsê memikê qîzê.”

Di nava deqên bijarte de, deqa jor deqeke wisa ye ku li cawê jîyînê vedaye û jîyan debixandiye.

Li vir, deq xwe ji serwerdeqîyê vediguherin deqeke li heyatê ketî.

Li gel hemû rengên heyî, rengin hene ku ji hemarengîyê biwirvetir; li hev vedidin, hev didedibixînin:

”Bî man, beyar man ew erdên adanî hê jî beyar in

Bavê min dibêje lawo! Ger îsal rehma xwedê hebe

Emê birakujiyê bizar bikin

Li dû xubarajotinên genim.”

Di bendedeqinan de, Lal li gelek cihan bi yek ristê hizirkûrîyek, pirwatetîyek, wêneyekî berfireh li ber çavan raxistiye: 

”Gava min her tiştê xwe winda kir hingê her tiştê min çêbû.”

Piştî evqas tiştên windakirî û çêbûnê çê ji kîsî Mîr wisa bibêje jî, Lal sûretê axeke bîrbir wisa diwênîne:

”Helbestvên helbesta xwe avêt nav şerê kirêt

Aştî saz bû!

Ax ji kêfan kerr bû

Di destê axê de risteke helbestvên.”

Author: Lal Laleş
Pages: 80
ISBN-13: 9786055683009
Language: Kurdî (Kurmancî)
Eigenschaften: "Deqên Qesas - Lal Laleş"
Author: Lal Laleş
Pages: 80
ISBN-13: 9786055683009
Language: Kurdî (Kurmancî)
Read, write and discuss reviews... more
Customer evaluation for "Deqên Qesas - Lal Laleş"
Write an evaluation
Evaluations will be activated after verification.
Please enter these characters in the following text field.

The fields marked with * are required.

Viewed