Matmayînên Ronyayê - Lal Laleş

Matmayînên Ronyayê - Lal Laleş
This product is currently not available.
€3.50 *

Prices incl. VAT plus shipping costs

Delivery time approx. 21 working days

  • ZZN11187
Matmayînên Ronyayê  Sêyemîn pirtûka helbestan a helbestkar, wergêr û weşanger Lal Laleş,... more
Product information "Matmayînên Ronyayê - Lal Laleş"

Matmayînên Ronyayê 

Sêyemîn pirtûka helbestan a helbestkar, wergêr û weşanger Lal Laleş, Matmayînên Ronyayê, di nava weşanên Weşanxaneya Lîsê de derket!

Weşanxaneya Lîs a ku navenda wê li Amedê ye, bi hûrbînî û dûrebînî bi xebatên xwe yên weşandin, çapkirin û belavkirina berhemên bi Kurdî yên xwedî ast î curecur berdewam e. Weşanxaneya Lîs a ku çi werger çi jî telîf wekî roman, helbest, çîrok, lêkolîn û kurdzanî, li jêr rêzên pirtûkan ên ciyawaz, heta niha ji 150’yî zêdetir pirtûkên bi Kurdî çap û belav kirine, bi heman perspektîfa weşangeriyê, ji welêt ber bi cîhanê deriyên wêjeyî vedike, ji cîhanê jî gelek berhemên nemir diyarî xwendevanên zimanê Kurdî dike.

Lal Laleşê (1975, Qoser, Mêrdîn) helbestkar, wergêr û weşanger ê yek ji girîngtirîn endamên Nifşê Rewşenê, yê xwediyê pirtûkên helbestan ên bi navê Berbejna Rê (Weşanên Belkî, Amed, 2003) û Deqên Qesas (Weşanên Lîs, Amed, 2009), ku çapên wan ên ewil qediyane, piştî du salan, bi helbestên xwe yên terr û teze yên li jêr navê Matmayînên Ronyayê derkete pêşberî xwendevanên xwe. 

Ciyê baweriyê ku Lal Laleş bi qasî ku bi helbestkariya xwe ve di nûkirina zaravayê Kurmancî yê Kurdiya me de heta niha bûye xwedî roleke ku çênabe bê mandelkirin, ew her wiha wergêrekî jêhatî ye, yê ku heta niha berhemin ji Tirkî, ji navên wekî Küçük İskender, Ahmet Telli, A. Hicri İzgören (li gel Yaqob Tilermenî), Sema Kaygusuz, Murathan Mungan (li gel Îrfan Amîda), Mehmet Çetin (li gel Kawa Nemir), Cuma Boynukara (li gel Rêzan Tovjîn û Fehîm Işik) û Yavuz Ekinci wergerandine Kurdî. 

Matmayînên Ronyayê ya Lal Laleş, dîwana ku bi hêz û şiyana dawerivandina Kurdî ve xwe li kûrahiyên zimên radikişîne, movik bi movik, kurt û bi Kurmancî bi pêş de tê, ji 20 helbestên kurt ên ku bi lalîya xwe dipeyivin pêk tê. Ev helbest di nava qewareya xwe ya teng de naverokên berfireh radiçînin, pevgirêdanên helbestî yên xef î qewîn li tevnê dixin û xwendevanê jîr û jêhatî di nava mîtosên çi gerdûnî çi jî kurdewarî re dibe pabendê qanûnên deqên helbestî, yên ku di sercema xwe de dibêjin:

“Ronya! Qendîlê pêxe,

Bila fîlozofên mûsima salê tev termên newalê

Bên ser sifreya Kurdistanê.”

Helbesta nûjen a Kurdî qûçên xwe zêde dike! Matmayînên Ronyayê ya Lal Laleşê ku di helbesta Kurdî ya nûjen de qûçek e, qûçeke din li helbesta me ya Kurdî ya nûjen zêde dike!

Jê nemînin!

Author: Lal Laleş
Pages: 64
ISBN-13: 9786054497195
Language: Kurdî (Kurmancî)
Eigenschaften: "Matmayînên Ronyayê - Lal Laleş"
Author: Lal Laleş
Pages: 64
ISBN-13: 9786054497195
Language: Kurdî (Kurmancî)
Read, write and discuss reviews... more
Customer evaluation for "Matmayînên Ronyayê - Lal Laleş"
Write an evaluation
Evaluations will be activated after verification.
Please enter these characters in the following text field.

The fields marked with * are required.

Viewed