KURD - Destpêka Dîroka Etnîkî Ya Gelê Kurd - O.L. VILCHEVISKJ

KURD - Destpêka Dîroka Etnîkî Ya Gelê Kurd - O.L. VILCHEVISKJ
€8.50 *

Prices incl. VAT plus shipping costs

Ready to ship today,
Delivery time appr. 1-3 workdays

  • ZZN10572
Frequently Bought Together

Total price: €23.50 *

Etnografyaya Kurd ev serê sedsalekê ye bûye warekî dînamîk, ku gelek zanyarên biyanî û Kurd ên... more
Product information "KURD - Destpêka Dîroka Etnîkî Ya Gelê Kurd - O.L. VILCHEVISKJ"

Etnografyaya Kurd ev serê sedsalekê ye bûye warekî dînamîk, ku gelek zanyarên biyanî û Kurd ên mîna Diakonoffê pisporê dîroka Medyayê, Minorskyê zanayê dîroka Kurdistanê, Bazil Nikitine, M. Emîn Zekî, Qanatê Kurdo, Turayev, Pêkolêvsky, Petrovisky, Partt û Marr gelek xebat kirine. Nivîskarê vê pirtûka bi navê Kurd, Destpêka Dîroka Etnîkî ya Gelê Kurd, O. L. Vilcheviskjyê rojhilatnas, dîroknas û etnografê bi nav û deng ê Sovyeta berê jî yek ji wan akademîsyenan e. Vilcheviskjyê ku bi Kurdî gelekî baş zanibûye, di salên Şerê Cîhanê yê Duyemîn de, di dema Komara Kurd a Mahabadê de, li navçeyên kurdnişîn ên Îranê maye, wê hingê her çend hin raporên nehênî yên negatîv li ser tevgerên Kurdan ji Yekîtiya Sovyetan re nivîsîbe jî, beriya wê û piştî wê, wî bi dehan lêkolîn, pirtûk û bendên hêja li ser Kurdan nivîsîne, lewma jî girîng e di warê etnografyaya Kurd de wekî yek ji girîngtirîn kesan bê zanîn û xwendin.    

Vilcheviskj di vê xebata xwe ya akademîk de xwe dispêre gelek zanyarên navdar, ji dil û can hewil dide hinek xalên di etnografyaya Kurd de ronî bike, yên wekî jiyana aborî û civakî ya rûniştevanên berê yên welatê Kurdan, jiyana koçeriyê, riyên di hilgêrbûn û dagêrbûna wan a ji zozanan de, rola sewalvaniyê, rola kişt û kalê û dîroka eşîrên cihêreng ên Kurd. 

Dîroka etnîkî ya Kurdan warek e, ku pêwîst e xebatên gelekî dûr û kûr li ser bêne kirin. Ev pirtûka ji rêza Pirtûkxaneya Eslîxan Yildirimê ji bo kesên ku bixwazin hê zêdetir li dîroka etnîkî ya gelê Kurd bikolin destpêkeke girîng e. 

-------------------------------------------------------------------------------------------------

O.L. Vilcheviskj - Yek ji wan rojhilatnas, zimannas, dîroknas û etnografê bi nav û deng ê Yekîtiya Sovyetê yê sedsala 20’an e. Wî di derbarê ziman, dîroka etnîkî, folklor, erdnîgarî û gelek mijarên din ên Kurd û Kurdistanê de berhemên hêja li pê xwe hiştine.  Wî zimanê Îngilîzî, Elmanî, Fransizî, Erebî, Farisî, Tirkî û Kurdî dizanibû. Ji bo ew hînî za-ravayên Kurdî bibe, her sal tev li çalakiyên folklorî yên Kurdî bûye.  Ji sala 1928’an ve, çend salan di Enstîtuya Zimanên Rojhilatê yên Zindî de, dersên zimanê Kurdî dane.  Di çûna xwe ya di sala 1931’ê de ya li Qerebaxê û nasîna wî bi Kurdên Laçînê û Kelbecarê (Komara Otonom ya Kurdistana Sor li Azerbaycana Sovyetê) re çêbûne û ew bûne bingehê xebata wî ya zanyarî.  Di sala 1934’an de, beşdarî Kongreya Kurdzaniyê ya Pêşîn ya li Êrîvanê bûye û ji bo yekîtiya zimanê Kurdî pêşniyar kirine.  Wî nimûneyên foklorî yên Kurdî, wekî nimûne, strana di der barê Bûdyonnî de berhev kirine. Ev stran di sala 1927’an de ji devê kurdekî ji Wanê hatiye girtin. Wî destana Mem û Zîna Ehmedê Xanî wergerandiye Rûsî û ew di sala 1938’an de di Berhevokê Çîrokên Gelên Rojhilatê de weşandiye.  Wî di derbarê dînê Êzdiyan de jî nivîsandiye û di sala 1935’an û di Enstîtuya Ziman ya Akademiya Zanyarî ya Sovyetê de, çend mijarên di vî warî de yên wekî “Wariyanta Nû ya Duakirina Êzdiyan” û “Nivîsên di der heqê Afirandina Êzdiyan de” xwendine.  Wî gelek gotarên zanyarî yên wekî “N. Marr û Kurdistan”, “Nivîsên di der heqê Zimanê Kurdî de”, “Di der heqê Terma Gotina Kurdî de” û “Pirsa Miliyetê li Iraqê” nivîsandine.  Wî di eynî wextî de, di der barê florya, heywanên li Kurdistana Îranê, erdnîgarî û hewayê wê de materyal berhev kirine. Ji bilî van, wî bername û daxuyaniyên partiyên Kurd ên wekî Partiya Demokrat a Kurd a Iraqê –Hêwa, wergerandine bi ser zimanên biyanî.  Vilcheviskj, karê pedagojiyê jî kiriye. Çend salan di Zanîngeha Petersburgê û Enstîtuya Zimanên Rojhilatê de dersên zimanê Kurdî dane. Pişt re jî di der heqê dîroka Kurd û Kurdistanê de xwendiye.  Di esnayê Şerê Cîhanê yê Duduyan de, ew li Îranê di sefareta Yekîtiya Sovyetê ya Tewrîzê de, rawêjkerê Beşa Heftan ê Rêvebiriya Beşa Parastina Rojhilatê, di bin unvanê Kapiten (Neqîb) de kar kiriye. Di esnayê vê wezîfeya xwe de, peywendiyên wî yên baş bi rêvebirên Partiya Demokrat a Kurd a Iraqê –Hêwa, yên wekî Hemze Ebdullah, Mustefa Xoşnaw û Mîhrac Ehmed re hebûne. Di eynî wextî de bi rêvebirên Komeleya JÊKAFê re jî tê-kiliyên wî hebûne. Di resmî hevdîtinên wan bi sefareta Sovyetê ya Tewrîzê re, wezîfeya wergêrî ji aliyê O.L. Vilcheviskj ve hatiye kirin.  Xala herî girîng a kirinên vî zanyarê hêja, poşmanî û lixwerexnegirtina nêrînên xwe yên di der barê serîhildanên Kurdan ên di Kurdistana Tirkiyê de ye, nemaze ya di der barê serhildana sala 1925’an a Şêx Seîd de ye.  Wî di sala 1966’an de koça dawiyê kiriye.  Berhemên wî yên di derbarê Kurdan de gelek in. Ji wan a herî baş tê zanîn û bi nav û dengtirînê wan, ya bi navê “Kurd” e. Wî ew di sala 1960’an de bi Rûsî weşandiye.  Çend berhemên wî yên bi nav û deng ên din jî ev in: - Materyalên Zimannasiyê Li Ser Dîroka Rêxistina Civakî Di Kurdistanê de. - Kurdên Mukriyan. - N. Marr û Kurdistan; Ziman û Jibîrkirin. - Bîblîyografya Çapemeniya Kurdî.  -----------------------------------------------------------------------------------------------

PÊŞGOTINA KURMANCIYA WÊ  Ev kitêba di destê we de, ya rojhilatnas, etnograf û Kurdnasê bi nav û deng O. L. Vilcheviskj ye. Wî, ev xebata xwe bi navê “Kurd, Destpêka Dîroka Etnîkî Ya Gelê Kurd” amade kiriye. Kurmanciya wê ji wergera Reşad Mîran a zaravayê Soranî hatiye çêkirin. Di wer-gerandinê de xalên girîng û sîstematîka birêz Reşad Mîran li ser meşiyaye, li ber çavan hatiye girtin. Wekî nimûne: Hiştina bêje û gotinên latînî ya wekî xwe û nivîsandina îzahetên wan di jêrenotên binî de. Ez di wê baweriyê de me ku ev sîstema han dê bibe sebeb, xwendevanên kitêbê hem baş di naveroka kitêbê bigihin û hem jî alîkarî bike, em baştir bi naveroka kitêbê re sadiq bimînin. Sebebe-ke vê ya din jî zehmetiya peydekirina Kurmanciya van gotinan e.  

Ew notên ku di biniya wan de “werger” hatine nivîsandin, me-best ji vê, wergerê Zaravayê Soranî ye, yanî birayê Reşad Mîran e. 

O. L. Vilcheviskj, rojhilatnas, dîroknas û etnografekî binavûdeng ê Sovyeta berê ye. Li ser Kurdan bi dehan lêkolîn, kitêb û ma-qaleyên wî yên hêja hene. Zimanê Kurdî gelek baş zaniye. Di mu-detê salên Şerê Cîhanê yê Duduyan de û di esnayê damezirandina Cumhuriyeta Kurd a Mahabadê de li Îranê li navçeyên Kurdnişîn de maye. Her çend wê çaxê di der barê tevgerên Kurdên li Kurdistana Iraqê û hetta yên Îranê de hinek raporên nehênî yên negatîv nivîsandibe jî, lê ev girîngiya lêkolîn û xebatên wî yên di der barê Kurdan de kêm nake. Di wextê xwe de di navbera wî û mamoste Qanadê Kurdo de di vî warî de munaqeşe çêbûne. Yekem kes e jî ku, piştî têza doktorayê ya Dr. Kemal Mezher Ehmed a li ser karekterê Serhildana Mezin a Sala 1925’an a Şêx Seîdê nemir, ji nêrînên xwe yên berî yên li ser vê serhildanê, paş de gav avêtiye. Ez vê ji qelema Dr. Kemal Mezher bi xwe neqil dikim: 

“... Yek ji wan Kurdnasên herî mezin ê Sovyetê û rojhilatnasê oto-rîte V. Vilçewskî, bîr û raya xwe di der barê vê têzê de nivîsand û bi aşkera paş de gavavêtinên xwe ji şaşiyên xwe yên kevn ên ser bûyerê nivîsandibû, da xuyakirin, rastiyên wan netîceyên ku di têzê de di der barê serhildana 1925’an de hatine, qebûl kir...”. (Çend Rûpel Ji Dîroka Gelê Kurd. -Dr. Kemal Mezher Ehmed, r: 58).

 Bêguman di vê kitêbê de hinek îddîayên nivîskar hene ku careke din hewceyê lêgerîn û lêkolînê ne û muneqeşe jî li ser dikarin bên kirin. Heta netîceyên ji lêkolîn û lêgerînên xwe derxistine, dikarin dijî zanyariyên me yên heta niha yên di van waran de bin. Ji ber vê yekê, ev kitêba han bi wan hemî zanyarî, faktên dîrokî û analîzên kûr jî, hê ji wê dûr e ku girê û astengên li pêşiya zelalkirina etnografya milletê Kurd, çareser bike. Lê divê bê zanîn ku li gor dema xwe xebateke akademîk a serkevtî ye. Di kitêbê de hewildanek ge-lek bi dil û can tê dayîn ku dîroka etnîkî ya gelê Kurd û ya navçeyên ew tê de dijîn, bên ronîkirin. 

Xaleke din a girîngiya vê kitêbê jî ev e, ku nivîskar bi radeyeke fireh karên zana û rojhilatnasên bi nav û deng bi kar aniye û ew nirxandine. Wekî nimûne: bi awayekî fireh serî li Diakonoff ê pisporê dîroka Medyayê, Minorsky ê zanayê hêja yê dîroka Kurdista-nê, Nikitine, M. Emîn Zekî, Turayev, Pêkolêvsky, Petrovisky, Partt, Marr û gelek kesên din daye. Ji bilî van, du çavkaniyên din ên gelek hêja: Kronîka Karkadayê (Kerkûk) û Kronîka Adyabinayê bi kar aniye û van her du çavkaniyan bi awayekî gelekî bi dîqet û kûr lê kolaye û gelek zanyariyên girîng ji wan çinandiye. 

Taybetmendiyeke din a vê kitêbê jî ev e, ku nivîskar hewl daye ji hemî milan ve dîroka etnîkî ya gelê Kurd bikole. Ji ber vê jî qîmeteke zêde bi jiyana aborî û civakî ya rûniştiyên kevn ên navçeyê daye. Li ser rola xwedîkirina heywanan gelek sekiniye û girîngiyeke mezin daye koçeran û riyên çûn û hatinên wan ên li zozanan. Li ser rûniştiyên navçeyê yên bi zîraetê mijûl bûne jî sekiniye. Ji bilî van, nivîskar hewlek zêde daye ku dîroka eşîretên cihê cihê yên Kurd ronî bike. 

Ez dixwazim vê yekê jî bêjim ku, hinek nêrîn û perspektîvên wî, divê di çarçeveya siyaseta wê rojê ya Partiya Komunîst a Sovyetê ya merkeziyetî û hinek xalên ku îro ji me re hîn ronîtirin, bên nirxan-din. Lê, bi rastî ev xebata han a akademîk, ji ber cihdaneke fireh bi lêkolîn û nêrînên gelek pisporên rojhilatnasî, dîroknas û Kurdna-san, qîmeta xwe zêde kiriye. Ji ber vê jî, em dikarin bêjin: ev kitêb çavkanî û destpêkeke girîng e ji bo kesên bixwazin hîn zêdetir dîroka etnîkî ya gelê Kurd bikolin.

 Di dema çêkirina Kurmanciya wê de girê û astengên herî mezin ên ku derketin pêşiya min, navên şexsan ên bi alfabeya erebî hatibûn nivîsandin bûn. Bi rastî jî dema navên latînî bi alfabeya erebî tên nivîsandin û piştre tên transkirîpe kirin, gelek diguherin. Ger orîjînalê wan di nav kevanan de li ber neyên nivîsandin, ji eslên xwe gelek dûr dikevin. Çi qas ji min hat ez li pey nivîsîna orîjînal a wan navan ketim û min gelek ji wan jî peyde kirin. Bi vê min xwest ku orjînalê wan çawan in bi wî awayî binivîsim. Lê mixabin min neka-rî ez hinekan peyde bikim, ji ber vê jî min ew çawan tên xwendin bi wî awayî nivîsandin. Xususeke din a ji min re zehmetî derxist, he-vokên gelek dirêj bûn. Di vî warî de jî car din çi qas ji min hat min ew bêyî naveroka wan biguhere kurt kirin. Lê bi ser vê de jî gelek ci-han ew mecal bi dest neketin ku ew hevokên dirêj bên kurtkirin. 

 Bi vê xebatê, ez hêvîdar im ku feydek bigihe kesên ku di vî warî de lêkolîn û xebat dikin û bi kêrê zimanê Kurdî jî bê. Ez dixwazim vê jî bêjim ku, eger şaşî yan kêmasiyek hebe, ew bêhemdî çêbûne. A duduyan jî amadekirina xebateke Kurmancî ya mijareke akademîk û teorîk, bi rastî gelek zehmet e. Ji ber ku di vî warî de hê ne zêde berhem û ne jî termînolojiyeke rûniştî heye. Çi wextî be, dereng an zû, em mecbur in dest bi karên van cure babetan bikin. Ji ber vê jî, bila ev bibe destpêk, eger şaşiyek hebe ez ji niha de daxwaza lêbo-rînê dikim û hêvîdar im ku bi dilê xwendevanên hêja be.  Ziya Avci 

KURD

Destpêka Dîroka Etnîkî Ya Gelê Kurd

O.L.Vilcheviskj

Lêkolînên Kurdewar: 88 / 4

Pirtûkxaneya Eslîxan Yildirim: 1

Reşemî 2010, 293 rûpel

ISBN: 978-605-5683-14-6

Author: O.L.Vilcheviskj
Pages: 293
ISBN-13: 9786055683146
Language: Kurdî (Kurmancî)
Related links to "KURD - Destpêka Dîroka Etnîkî Ya Gelê Kurd - O.L. VILCHEVISKJ"
Read, write and discuss reviews... more
Customer evaluation for "KURD - Destpêka Dîroka Etnîkî Ya Gelê Kurd - O.L. VILCHEVISKJ"
Write an evaluation
Evaluations will be activated after verification.
Please enter these characters in the following text field.

The fields marked with * are required.

Viewed