Şedadî di lêkolînên ser dîroka Kafkasyayê de - Vladimir Minorsky

Şedadî di lêkolînên ser dîroka Kafkasyayê de - Vladimir Minorsky
€3.20 *

Prices incl. VAT plus shipping costs

Ready to ship today,
Delivery time appr. 1-3 workdays

  • ZZN10666
Kurdolojî / Lêkolîn Wergera ji ingilîzî: Emîn Narozî ISBN: 978-605-5585-25-9 19.5x13, 136... more
Product information "Şedadî di lêkolînên ser dîroka Kafkasyayê de - Vladimir Minorsky"

Kurdolojî / Lêkolîn

Wergera ji ingilîzî: Emîn Narozî

ISBN: 978-605-5585-25-9

19.5x13, 136 rûpel

Vladimir Minorsky yek ji rojhilatnas, lêkolîner û kurdologên navdartirîn û serwexttirînê bi rewş û dîroka kurdan e. Lêkolînên wî yên li ser dîroka Kafkasyayê ji bo lêkolînên kurdî û xebatên li ser dîroka herêmê çavkaniyên girîng in. Bi vê kitêba di destê we de, ku berê beşek jê bi navê “Pêşdîroka Selaheddîn” çap bûbû, xebata wî ya li ser Kafkasya di kurdî de temam dibe. Ev kitêb wergera herdu beşên pêşî yên vê berhema hêja ye ku birêkûpêktirîn çavkaniya ser dewleta kurdên şedadî ye û bêguman çawa ku Minorsky jî diyar dike, agahên ser dewleta vê xanedaniyê ê hem valahiyeke dîroka kurdan ya derûdorên Kafkasyayê dagire û hem jî serdemeke tarî ya dîroka xanedaniyên îslamê yên wê navçeyê ronî bike.

Şedadî yek ji wan xanedanên kurd û misilman in ku dîroka wan pir kêm tê zanîn û li rojhilatê Transkafkasyayê li herêmeke navbera çemên Kurê û yê Arasê seranser desthilatdarî kirine.

Emîn Narozî, di wergera kitêbê a kurdî de, Camî‘u-l-Duwela  Muneccimbaşî ku Minorsky ji erebî wergerandibû ingilîzî, yekser ji teksta erebî wergerandiye û not û sererastkirinên Minorsky ên ser tekstê lê zêde kirine. 

Author: Vladimir Minorsky
Language: Kurdî (Kurmancî)
Related links to "Şedadî di lêkolînên ser dîroka Kafkasyayê de - Vladimir Minorsky"
Read, write and discuss reviews... more
Customer evaluation for "Şedadî di lêkolînên ser dîroka Kafkasyayê de - Vladimir Minorsky"
Write an evaluation
Evaluations will be activated after verification.
Please enter these characters in the following text field.

The fields marked with * are required.

Viewed