Elifba-Yeknûr

Elifba-Yeknûr
This product is currently not available.
€2.99 *

Prices incl. VAT plus shipping costs

Delivery time approx. 21 working days

  • ZZN11313
Bi navê Xwedayê Dilovan û Dilovîn Hemd ji Xweda ra û selat û selam li ser Resûlê Wî be. Wekî... more
Product information "Elifba-Yeknûr"

Bi navê Xwedayê Dilovan û Dilovîn

Hemd ji Xweda ra û selat û selam li ser Resûlê Wî be.

Wekî ku em hemî dizanin, ku Qur’an’a Pîroz bi zimanê erebî hatiye şandin. Zimanê dayîka mirov çi dibe bila bibe, pewîst e ku mirov zimanê Qur’anê jî fêrbibe ku mirov bi hêsanî bikaribe ji Xweda yê xwe ra îbadetê bike. Ji ber vê jî, pewîst e ku mirov Qur’an’a Pîroz bi hemî rêzikên Wê ve bizanibe.

Di Kurdistanê da heya îro Elîfbakî bi zimanê me nahatiye nivîsandin. Van Elîfbayên di dest xelkê da, hemî bi zimanê tirkî ne û di vana da duayê bi angorê mezhebê Şafiî jî tune ye. 

Demek dûr û dirêj min dersa zarokan, ya Qur’anê dida û min di van Elifbayên bazarê (piyase) da kêmasî dît. Ji ber vê qasê, min xwest ku ez Elifbakî ji boy zarokên kurdan binvîsînim. Di sala 1990 da min ev Elîfba nivîsand lê di Tirkiyê da, îmkana min tunebû ku ez çap bikim.

Îro Xwedayê Teala ji min re nesîb kir û min va Elîfba ji zarokên kurdan ra pêkanî.

Di vê Elîfbayê da hemî rêzikên xwendina Qur’anê hene.

Ji xêrî rêzikan, me hemî duayên di nava nimêjê da û duayên ji dervayê nimêjê jî, lê îlawe kir.

Îlmê Tecwîdê jî, bi her awahî hatiye îzah kirin, ji boy di xwendinê da zarokên me tu tengasiyê nebînin.

Hêviya min heye ku zarokên me, dema Qur’ana pîroz bixûnin wê me jî, ji fatîhên xwe mehrum nekin.

Ji hemî zarokan ra serkeftinê dixwazim.

Bi silavên germ.

Mûhammed Nûreddîn Yekta

Author: M. Nureddin Yekta
Language: Arabish, Kurdî (Kurmancî)
Eigenschaften: "Elifba-Yeknûr"
Author: M. Nureddin Yekta
Language: Arabish, Kurdî (Kurmancî)
Read, write and discuss reviews... more
Customer evaluation for "Elifba-Yeknûr"
Write an evaluation
Evaluations will be activated after verification.
Please enter these characters in the following text field.

The fields marked with * are required.

young designer
Qalik
Qalik
€5.90 *
Memê Alan
Memê Alan
€4.90 *
Hint!
Viewed