Antolojiya Çîrokên Kurmancên Başûr

Antolojiya Çîrokên Kurmancên Başûr
€7.90 *

Prices incl. VAT plus shipping costs

Ready to ship today,
Delivery time appr. 1-3 workdays

  • SW10046
Frequently Bought Together

Total price: €18.90 *

ISBN: 978-605-5585-88-4  21.5x13.5, 208 rûpel iştî sala 1970ê, êdî dergehên xwendin... more
Product information "Antolojiya Çîrokên Kurmancên Başûr"

ISBN: 978-605-5585-88-4 

21.5x13.5, 208 rûpel

iştî sala 1970ê, êdî dergehên xwendin ûnivîsînê vebûn, lê wek min berê xuya kirî, ew jî bi kurmanciya jêrî bûn. Kovar,rojname, dezgehên belavkirin û çapkirinê li devera Badînan nebûn, lê dîsan jî,di wan salan de, xortên kurmanc xwe berdane qada nivîsînê û bi wê rewşê çendînnivîskarên kurd peyda bûn. Her çende li parçên din yên Kurdistanê, çendînromanên serketî belav bûne, lê mixabin heta niha yek roman jî li devera Badînanronahî nedîtiye. Mirov dibîne ku, astengên bizava edebiyata kurmanciya jorî gelekin û eve jî dibine sedem ku hêdî pêş bikeve.

Yekem pirtûka kurteçîrokan li Kurdistanabaşûr, bi kurmanciya jorî, di sala 1972ê de, ji aliyê nivîskar Elî Neqşebendîve hate çapkirin û di sala 1979ê de, Îbrahîm Selmanî pirtûka xwe gihande çapê,piştî hîngê her sal çendînên din jî karwan pêş de dibir.

Dema yek kurteçîrokên destpêkê dixwîne ûhindekên niha jî, dibîne ku bi zimanekê sist nivîsîne û kêmasiyên rêzimanê dinav rêzên wan de di mişene, gelek caran rengê rapora didin yan jî nesîhet ûşîretan dikin. Ji aliyê form û naverokê ve, lawaz û qels in, lê roj bi roj berbi pêş de çûne û niha bi dehan çîrokên serketî hene. Babetên çîrokên pirraniyanivîskaran li dij sitem û zulma dijminan e, li dij derebeg û axa û piştevaniyacotkar û hejaran e û mirovê kurd hişyar dikin û berê wî didin xebat ûxweragirtinê. Her wesa giriftarî û problemên rojane yên, jin û mêran,perwedekirina zarokan, jinrevandin û tolvekirinê ne û daxwaza edaleta civakî ûwekheviya mirovî dikin.

Ev pirtûke, bi tenê berhemên devera Badînan himbêzdike û pirraniya wan bi tîpên erebî ne. Di antolojiyê de devoka nivîskaranhatiye parastin.

Nivîskar û çîroka wan a di antolojiyê de cîdigre ev in:

ENWERMEHEMED TAHIR, Evrojivanê me ye

XELÎL DUHOKÎ, Nihênî

SERFERAZ ELÎNEQŞEBENDÎ, Heft îşyên tirî...

SEGVAN XELÎLHÎDAYET, Ewê dawiya wî xuya

ÎBRAHÎM SELMAN, Wexerek

NIZAR MEHEMED SEÎD, Kurê kolana

HESEN SILÊVANÎ, BalolkaŞekirê

SIDQÎ HIRORÎ, Evînavekuştî

KOVAN, Berefhevalan

Jaro Duhokî, Veciniqîn

SALIMÊ CASIM, Simbêl

HIşyar Rêkanî, Helawîstin

MEHEMED SELÎMSIWARÎ, Hinara Tirş

FAZIL UMER, Mêvanê newext

Îsmaîl Hacanî, Mestiya Serkeftinê

Tîlî SalIh Mûsa, Stêra berxwedanê

BAYIZ UMER, Kî?

EGÎD ŞEFÎQ, Zîndan

CELAL MUSTEFA, Revîn

KERÎMCEMÎL BIYANÎ, Hirmîka Xirş

SEBÎH MEHEMED HESEN, HizrêtTêkelkirî

HAZIMÊ CASIM, Hilkeftinekdi Çûn û Hatinê de

ÎSMAÎL MUSTEFA, Vegeryan

ÎSMET MEHEMED BEDEL, Helwêst

XALID SALIH, Rondik ûStiran

Tehsîn NavIşkî, Vegirtin

HESEN ÎBRAHÎMEBDULLA, Dergehê Hîviya

HEKÎM EBDULLA, Çend Xulkekji Demeke Dirêj

BABÊ ROJÊ, Demjimêr Dazde

ZEKÎ SILÊVANÎ, Tol

QEYRAN FEREC EBDAL, Dilîk

ArIf Hîto, Hevdîtins

Nefîsa Îsmaîl Hacî, Şêwekar

MIhsIn Ebdulrehman , Modêrne fişar

SalIh Xazî, Dewlet di bazinê gomanê da

Li Bakur qîmeta Antolojiya Çîrokên Başûr

Çîrokên Başûr em li Bakur dixwînin

Ev vexwendina çîrokên ku heta niha me nekariye xwe bigihînin wan e. Vexwendina çîrokên kurdên me yên Behdînanê ye.

Em qala “Antolojiya Çîrokên Kurmancên Başûr” dikin. Ji du aliyan ve ev pirtûk girîng e û di nav pirtûkên 2011´an de li Bakur cihê xwe girtiye.

Yek, Çîrokên di antolojiyê de piraniya wan bi tîpên Erebî hatibûn nivîsîn û piraniya em kurdên Bakur me nedikarî jê sûde bigirin.

Ya diduyan jî ev çîrok negihîştibûn Bakur û niha em dikarin wan bixwînin.

Erê bi salan berê hatibû gotin "Wêjeyê sînorên li nav kurdan parçe kir". Bi awayekî fermî sînor hê li cihê xwe bin jî êdî bi parçeyên din re bi her awayî têkiliya parçeyên din didome. Ev antolojî jî di vî warî de gaveke girîng e. Weşanên Avesta ku ev pirtûk çap kiriye pîrozkirinê heq dike.

Çîrokên di antolojî de ji bo min tiştek nû bûn, ji ber ku wekî gelek kurdî min berê ew qet nedîtibûn û nexwendibûn. Her wiha hin agahiyên li ser çîrokên Behdînan ku Xelîl Dihokî di pêşekê de gotine jî ji bo min nû bûn.

Niha jî em li ser pirtûkê hin agahiyan bidin.

- Li nav kurdan yekem çîrok wekî çîroka Fuadê Temê tê hesibandin ku Rojî Kurd ew di sala 1913´an de belav kiriye.

- Li Behdînanê yekem çîrok ji aliyê Salih Rişdî ve hatiye nivîsandin. (Çîrok di "Ronahî" de hatiye çapkirin ku wê çaxê Hafiz Qazî ew diweşand)

- Li Başûr jî nivîsa bi kurdî li paş maye, lê di salên 1970-75´an de hewlek daye xwe. Di sala 1972´yan de hin kesan çîrok nivîsîne lê paşê berdewam nekirine.

- Yekem pirtûka kurteçîrokan li başûr bi kurmanciya jorîn di sala 1972´yan de ji aliyê Elî Neqşîbendî ve hatiye çapkirin. Piştî Elî Neqşîbendî, di sala 1979´an de Îbrahîm Selmanî pirtûka xwe ya çîrokan çap kirine. Dûre karwan wisa dom kiriye.

- Antolojiya li ber destê me tenê ji çîrokên herêma Behdînan pêk tê.

- Li her derê dinyayê rewşa jiyana rojane li ser nivîskaran her bandora xwe kiriye. Li nav kurdan jî rewş wisa ye. Ev yek di çîrokên antolojiyê de jî xwe nîşan dide. Lewma gelek çîrokên di antolojiyê de li ser şer in ku şer her li ber deriyê kurdan bû; hê jî li ber deriyê kurdan e.

- Di nav çîrokan de çîroka Sidqî Hirorî "Evîna Vekuştî" ji aliyê şikestina xeyalên ciwanan ve mînakek balkêş e. Çîrokek xweş e.

- Çîroka Kovan a bi navê "Beref Hevalan" jî çîrokek balkêş e.

- "Nihênî" ya Xelîlê Dihokî jî bi heman awayî. (Helbet gelek çîrokên balkêş hene lê serê pêşî ev hatin bîra min)

- Divê ez li xwe mikur bêm ku hin çîrok min ji ber zimanê wan fêm nekirin. Yanê hin peyv hebûn di nav çîrokan de min fêm nedikir ji wan. Ev jî kêmasiya min e. Her çiqas têkiliya di navbera devokan de (çi bi xwendin, çi bi têkiliya rojane) xurt bibe ev fêmnekirin dê ji holê rabe. Ez berê de hay ji vê yekê hebûm, lê vê antolojî careke din ev anî bîra min.

- Kesên di antolojî de çîrokên wan hatine weşandin bi giştî di salên 1950, 60, 70´yan de hatine dinyayê. Piraniya çîroknivîskaran di salên 1950´î û 60´an de hatine dinê. Tenê kesek (Enwer Tahir) di sala 1949´an de hatiye dinê ku tekane kes e wekî nifşê salên 40´î di antolojî de cih girtiye. Di heman demê de kesê herî bi temen e di nav vê antolojiyê de. Ji salên 1980´ê kes di antolojiyê de nîn e û ji salên 70´yan jî Nefîsa Îsmaîl Hecî (bûyîn: 1972) heye û Jaro Duhokî (bûyîn 1978) heye ku Duhokî wekî kesê herî ciwan di antolojiyê de cih girtiye.

- Çapa yekem a vê antolojiyê di sala 1995´an de li Stockholmê hatiye dinê. Çapa duyem jî 2011´an de li Stenbolê ji aliyê Weşanên Avestayê ve, bi awayê berfirehkirî hatiye çapkirin. Em dema salên 1980´ê û 2011´an bidin ber hev, 30 sal derdikeve pêş me û ev tê bîra me: Gelo ji salên 80´ê kes/in çîrok nivîsîbûn nîn bûn ku di nav çapa nû de cih bigirin?

...Wekî nota dawî: Antolojiya Çîrokên Kurmancên Başûr hêjayî xwendinê ye. Bi balkêşiya xwe ve di nav pirtûkên salên 2011´an de derketiye pêş.

Û gotina dawî: Pêdivî bi antolojiya çîrokên kurmancên me yên soran jî heye ku em wan jî bibînin û bixwînin.

Cemîl Oguz, diyarname.com, 12.02.2012

Author: Xelîl Duhokî
Language: Kurdî (Kurmancî)
Related links to "Antolojiya Çîrokên Kurmancên Başûr"
Read, write and discuss reviews... more
Customer evaluation for "Antolojiya Çîrokên Kurmancên Başûr"
Write an evaluation
Evaluations will be activated after verification.
Please enter these characters in the following text field.

The fields marked with * are required.

Verfügbar
Verfügbar
Verfügbar
Verfügbar
Verfügbar
Verfügbar
Verfügbar
Wenig auf Lager
Wenig auf Lager
Wenig auf Lager
Verfügbar
Verfügbar
Verfügbar
Wenig auf Lager
Wenig auf Lager
Wenig auf Lager
Verfügbar
Verfügbar
Wenig auf Lager
Wenig auf Lager
Wenig auf Lager
Wenig auf Lager
Wenig auf Lager
Wenig auf Lager
Wenig auf Lager
Wenig auf Lager
Wenig auf Lager
Girtî
Girtî
€5.90 *
Wenig auf Lager
Lehî
Lehî
€5.90 *
Wenig auf Lager
Wenig auf Lager
Wenig auf Lager
Verfügbar
Bahoz
Bahoz
€5.95 *
Wenig auf Lager
Verfügbar
Qalik
Qalik
€5.90 *
Verfügbar
Wenig auf Lager
Ausverkauft
Hint!
Viewed